Xoceya Qur’anê ya ku hat tehliyekirin qala tiştên biserê wê de hatine kir

Xoceya Qur’anê ya ku hat tehliyekirin qala tiştên biserê wê de hatine kir

Xoceya Qur’anê ya astengdar Ayşan Orakçiya ku li Diyarbekirê hatibû binçavkirin û hatibû xistin girtîngehê hat tehliyekirin û derbarê serdegirtina mala wê de tepkî û bertek nîşan da û xwest ku kesên berpirsyar bên cizakirin.

Xoceya Qur’anê Ayşan Orakçi ji ber ku di sala 2004an de li Diyarbekirê dersa Quranê dabû di heqê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û piştî doz hat bidawîbûn re berî vê du rojan derdora wextên êvarî de deriyê mala wê bi horsan hat şikandin û hat binçavkirin û hat birin girtîngehê. Piştî sewcîtiyê biryara cizayê wê sekinand re Xoceya Qur’anê hat tahliyekirin.

Ayşan Orakçiya ku li navçeya Rezan di girtîngeha tîpa Eyê de bû piştî hat tahliyekirin re ji teref malbata û hezkiriyên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Xoceya Qur’anê Orakçi derbarê mexdûriyeta xwe de ji ÎLKHA yê re peyivî û tepkî nîşanî helwesta serdegirtinê da û xwest kesên berpirsyarê vê bûyerê ne bên cizakirin.

Orakçi destnîşan kir ku ji ber helwesta serdegirtinê, ew hatiyê mexdûrkirin û da zanîn ku tiştên di navbera 24 saetan de bi serê wê de hatiye ew ê nikaribe ji bîr bike.

“Dema polêsan girtin ser malê, min got qey kesekî cînet derbas kiriye û erîşî malê dike”

Orakçi helwesta polêsan wek kabûsekê da nîşandan û wisa dewam kir: “Dema polêsan girtin ser malê, min got qey kesekî cînet derbas kiriye û erîşî malê dike. Beriya serdegirtin bê kirin zarokên min li odeyên xwe li dersê dixebitîn. Serdegirtin helwestek qet ne baş bû. Min ji polêsan pirsî ev tiştên hun dikin dûrî aqilan e, lewra navnîşana mala min eşkere ye û çima hun bi vî awaî dikin? Ji min re gotin me nizanîbû wê çi derkeve hemberî me. Polês qet nesamîmî bûn û dema em li dadgehê bûn jî pir nesamîmî tevdigeriyan. Min ji wan re got ez hatime mexdûrkirin û endamên dadgehê yên ku ciza dane min niha ew bi xwe di girtîngehê de ne û hun li vê kaxizê dinerin û min carek din mexdûr dikin. Wan henekên xwe bi min kirin.”

“Her çiqas me ji polêsan re digot ‘temam’ dengê xwe bilind dikirin, ew dirûmeke pir bi xof bû” 

Orakçi diyar kir ku kesên girtin ser malê fikra wan xerab bû û weha dewam kir: “Beriya veya bi salan berî jî girtin ser mala me, lê belê ne bivî awayî bû. Rewşek qet ne baş bû. Tiştekî werê nayê serê meriv. Çawa li derî nexistin? Ger hûn polês bin. Beriya her tiştî divê hun lêkolînê bikin, bê ‘kî di vê daîrê de dimîne’. Cîranên me hene, nas û dostên me hene. Çima ev hate kirin hê jî ez îdraq nakim. Lewra dirûmeke pêkenok e. Zarokên min jî hatin mexdûrkirin. Em tev kesên xwendan û zana ne. Gerek tiştekî wisa çênebûbana. Ma ka ez dikarim çi bikim bi polêsan? Serdegirtinek bi vî awayî kirin. Her çiqas me ji polêsan re digotin ‘temam’ dengê xwe bilind dikirin, ew dirûmeke pir bi tirs û xof bû.”   

“Me jî şehîd dan, lê belê me kesî mexdûr nekir”

Orakçi îfade kir ku polêsan wê rencîde kirine û li axaftina xwe wisa zêde kir: “Em çiqas li hember polêsan bê deng man wan li me heqaret kirin. Dema ewil ketin hundur li me heqaret kirin. Dema ketin malê me got ‘temam, temam’ lê belê wan digotin ‘Destê xwe dînîn, xwe li erdê dirêj kin, xwe li erdê dirêj kin. Lê me zirar nedigîhand wan. Polêsan ji min re gotin hefteya borî me şehîd daye min jî got, ‘me jî şehîd dan, lê belê me kesî mexdûr nekir’. Min do carek din fêhm kir ku edalet tuneye. Bi rastî ger edalet hebaya dirûmek wisa çênedibû. Ma vî tiştî ji bo şohretê kirin? Ji bo çi werkirin ez nizanim? Em ji kesên rayedar dixwazim li ser vê bûyerê bisekinin. Bi dilxweşiya îro em dikarin tiştên do hat serê me hebekî ji bîr bikin. Ji xwe hûn dirûma zarokên min dizanin, bê çi travma derbas kirine.”

“Digel bêsûcbûna me birîna ev qas ceza û  bi vî awayî zêde dewamkirina dozê pir ecêb e” 

Orakçi di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tiştê hatiye serê wê ew naxwaze bê serê tu kesî û weha got: “Xweda temamê Misilmanan mihafeze bike, ew jî mexdûr in; d gel her tiştî sûcê wan tune ye. Tenê li ser kaxizekê sûcên derewîn hatine nivîsandin. Lazim e cizayê wan sûcên derewîn ne wanî ba. Kesên ew ciza dane wan niha tev di girtîngehê de ne. Veya tev dizanin. Min tenê dersa Qur’anê da, ji bilê vê tu sûcê min tune ye. Digel bêsûcbûna me birîna ev qas ceza û  bi vî awayî zêde dewamkirina dozê pir ecêb e . Do ji ber ku guh ji vê mexdûriyetê re kerr man ez carek din mehzûn bûm. Min digot ji xwe dengê me naçê tu kesî. Bi rastî ez ne li heviya vê rojê bûm.” (ÎLKHA) 

 














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.