Xoceya Qur’anê ya ku hat xistin girtîgehê hat tahliyekirin

Xoceya Qur’anê ya ku hat xistin girtîgehê hat tahliyekirin

Ayşan Orakçiya ji berdayîna dersa Qur’anê hatibû girtin hat tahliyekirin.

Ayşan Orakçi ji ber ku dersa Qur’anê dabû di sala 2004an de derbarê wê doz hatibû vekirin, piştî ku doza Orakçi bi encam bû re polêsan doh êvarî deriyê mala wê hat şikandin û Ayşe Orakçi binçavkirin. Ayşe Orakçiyê ku bes ji ber dersa Qur’anê dabû û hatibû girtin hat tahliyekirin.

Li Diyarbekirê berî vê du rojan hewadisek rû dabû ku ev hewadis ên salên 90î anîbû bîran. Pîreka astengdar a ku diya 4 zarokan e û di sala 2004an de ji ber ku dersa Qur’anê dida hatibû binçavkirin  û derheqê wê de doz hatibû vekirin, ji ber ku doza derheqê wê de bi encam bû di wextên êvarî de deriyê mala wê hat şikandin û hat birin girtîgehê. Polêsên tîmên taybet jî beşdarî di serdegirtina malê bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di serdegirtina ku hat kirin de pîrek û qîzên li malên li erdê hatine razandin û eziyet li wan hatiye kirin. Hat ragihandin polêsên taybet ên ku bi postalên xwe ketin hundirê malê nehiştin qîzên di mal de serê xwe binixûmenîn û heqaretan li wan kirine. Polêsê ku di serdegirtinê de û di lêgerînê gazî muztarê taxê nekir wê pîreka ku di camiyê de dersa Qur’anê dida û mudawîmê mizgeftê bû binçav kir û dû re jî wê birin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa Eyê ya Diyarbekirê.”

Parêzerên Orakçi piştî bûyerê îtîraz kirin. Ji ber îtîraza ku hat kirin Serdozgeriya Komare ya Dadgeha Bilind ji Serokatiya Daîreya Cezayê ya 16emîn re nivîsek şand û qerar da “înfaza hukmê bê sekinandin û tahliyekirinê” da. Orakçi derdora seat 19.00an de ji ber qerara ku hnat dayîn ji Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa Eyê ya Diyarbekirê hat tahliyekirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler