Xortên Misliman ên ku PKK wan qetil kiribû hatin bîranîn

Xortên Misliman ên ku PKK wan qetil kiribû hatin bîranîn

ÊLIH - Du xortên Misliman ên ku di salên 90î de ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin di salvegera şehadeta xwe de bi bernameyeke ku hat tertîpkirin hatin bîranîn.

Her weke ku tê zanîn Veysî Kalkanê 23 salî di 18ê Gulana 1992an de û Îsmaîl Sevîmê 20 salî jî di 19ê Gulana 1994an de ji teref PKKyiyan ve hatin şehîdkirin.Her du xortên Kurd ên Misliman  ên ku di salên 90î de ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin di salvegera şehadeta xwe de bi bernameyeke ku hat tertîpkirin ji teref Hîra-Dera Batmanê ya ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e  ve hatin bîranîn. Bernameya bîranînê li avahîya Hîra-Derê hat tertîpkirin. Bername bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir.Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm di derbarê heyatê şehîdan de agahî hatin parvekirin.

Dû re Endamê Yekîtiya Medrese û Aliman Mela Osman Teyfur di derbarê şerhadetê de axavtinek kir.Teyfur di axavtina xwe ya ku kir de taybetî ji her du şehîdan re û dû re ji temamê şehîdan rehmet teleb kir û naskirîyên wan re jî sebir niyaz kir.

Teyfur di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xweda Telala heq û batil ji hev cuda kiriye û wiha li axavtina zêde kir: “Ji ber vê yekê ji roja ku heq û betil hatine li ser rûyê erdê bi hev re şer û mucadele kirine û ew ê heta roja qiyametê jî berdewam bike.”(ÎLKHA)

 



















 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler