“Xortên Misliman li dijî belayan berxwedan dikin”

“Xortên Misliman li dijî belayan berxwedan dikin”

MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi minasebeta ‘Heftiya Ciwanan’ konferansek bi navê ‘Ciwanên Bin Siya Erşê’ lidarxistin. Di konferansê de Parêzer Emîn Guneşê ku wek gotarvan beşdar bûbû diyar kir xortê Misliman ew e ku li dijî belayan berxwedan bike ne ew e ku ji bel

Li Zanîngeha Artukluya Mêrdînê ji teref Koma Îlahiyata Artukluyê ve bi navê ‘Ciwanên Bin Siya Erşê’ konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de Parêzer Emîn Guneş destnîşan kir xortê Misliman ew e ku li dijî belayan berxwedan bike ne ew e ku ji belayan bireve.

Di konferansa ku bi Tîlaweta Qur’ana Pîroz destpê kir û dûvre ji teref hunermendên Koma Ozlem Ajansê ve îlahî hatin xwendin de Parêzer Emîn Guneş axivî.

 “Me ciwanê Nîzamî yê ku rûhê xwe firot Xweda bi şehadetê bi rê kir”

Guneş diyar kir ku ciwanî di derbarê derûnî rûhê ye. Dûvre Guneş wiha axavtina xwe domand: “Dema ku qala ciwanê tê kirin demekê diyarkirê tê hişê mirov. Lê însan ji aliyê beden û rûhê ve du alî ye. ji van ê eslî rûh e. Lewra laş hespê rûhê ye. Laş pîr dibe. Emrê rûhê tune. Me ciwanê Nîzamî bi şehadetê bi rê kir. Xwedê Teala şehadeta wî qebûl bike. Gelek ciwanên me hebûne ku wek 92 salî ji Medînê derketine heta Stenbolê hatine. Ev ciwan Eba Eyyub El-Ensarî ye. Ji ber vî yekê kesên ku ji bo doza Xweda bi fikar û ramanin her tim ciwan in.”

 “Zanist objektîf nînin”

Guneş di domahiya axavtina xwe de belav kir ku rêbazên perwerdehiyê çewt in. Dûvre Guneş wiha axavtina domand: “Civanên di vî salonê de xetetên çêkirina vî pergalê ne. Ev çêkirinên wan ên eslî nînin. Ji ber perwerdehiya ku di destpêkê de çewt tê dayîn ciwanên ku tên dibin xwendekarên zanîngehê li rih û simbêlê kesê hemberê xwe dike û tê rewşa qetlîemkirinê. Îro kesên ku xwe wek xwekuj dikujin kesên bedbext nînin. Ev kes ji çerqên makînê derbas bûne û hatine vî halê. Zanist objektîf nînin. zanist îro ketiye şûna çeka ku emperyalîzma çandî bikar tîne.”

 “Dema ku ew li saxê didin û dikujin em li mirîye didin û wî sax dikin”

Guneş destnîşan kir ku karê ciwanan ê eslî teblîx e. Dûvre Guneş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Karê her Mislimanê yê eslî ew e ku teblîxwan bibe. Karê teblîxwanekî ew e ku ciwaka tê de ye bi şiklekî baş îhya bike. Hike karê hinek kesan îmhakirina civatê bibe jî karê me ew e ku em civakî îhya bikin. Em xwediyê çekekî wisa ne dema ku ew li saxê didin û dikujin em li mirîye didin û wî sax dikin. Ji vî aliyê ve em wezîfa xwe baş dizanin. Îro heke di derekî de Xweda neyê naskirin, nimêj neyê kirin û heram wek heram tên nîşandan ew der şaxekî dûjehê ye.”

“Xortên Misliman li dijî belayan berxwedan dikin”

Guneş bal kişand ku xortên Misliman ewin ku li dijî belayan berxwedan bike. Dûvre Guneş wiha pêde çû: “Xortên Misliman ewin ku serên wan hertin di belayê de ye. Xortên Misliman li dijî belayan berxwedan dikin. Ev dîn, bang li mirov dike ku mirov têkeve îmtîhanê. Divê ku em bikevin nav belayê, werin îmtîhankirin ku dûvre têkevin behîştê. Di vî yekê de jî heqaret, îşkence, hîcret, boykot, girtin û şehadet heye. Heke armanca me behîşt bibe dê em rêça Hz Muhemmed (sxl) bişopînin. Heke em di wî rêyê de bimeşin dê em têkevin behîştê. Ji xeynî wî hemî rêyên din vedibin dûjehê. (ÎLKHA)


 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.