1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Xusûmeta di navbera dû malbatan de bi aştî bidawî bû
Xusûmeta di navbera dû malbatan de bi aştî bidawî bû

Xusûmeta di navbera dû malbatan de bi aştî bidawî bû

Li Tetwana Navçeya Bidlîsê bi sedem pevçûnê di navbera malbata Dîç û Karaca de xusûmet derketibû. Xusûlmeta di navbera her dû malbatan de bi aştî hat bidawîkirin.

A+A-

Malbata Dînç û Karaca yên ku li Tetwana Navçeya Bidlîsê îqamet dikin nêzî mehekî berê di navbera wan de xûsûmet derketibû bi alîkarîya navbenkaran xûsûmeta di navbera malbatan de bi sulhê bi dawî bû.

Di pevçûna di navbera her dû malbatan de derketibûn de ji her dû malbatan kes birîndar bûbûn. Ji bo xusûmeta di navbera herdû malbatan de nebe dijminatî şêwirmend, rîsipû û temsîlkarên Saziyên Civakî ketin navbera her dû malbatan. Piştî ferdên herdû malbatan razî bûn merasima li hevanînê hat tertîbkirin.

Merasîma li hevanînê li Tetwanê di salona konferansa otelekê dê hat tertîbkirin û Walîyê Bidlîsê Îsmaîl Ûstaoglû, Serokê Şaredarîya Tetwanê Fettah Aksoy, Serokê Odeya Pişesazî û Bazirganî yê Bidlîsê Davût Tezcan, Serokê Şaredarîya Xêlatê A. Mumtaz Aksoy, Miftîyê Bajarê Bedlîsê M. Faysal Geylanî, Rîsipiyên deverê, welatî û endamên herdû malbatan beşdarî bernameya sulhê bûn.

Merasima sulhê bi xwendina Qur’ana Pîroz dest pê kir û dûre axaftina silavdayînê ji teref Serokê Şaredarîya Tetwanê Fettah Aksoy ve hat kirin û destnîşan kir ku ji ber endamên herdû malbatan ev sulh qebûl kiriye em pir kêfxweşin û em malavahîya xwe ji bo herdû malbatan tînin ziman.

Walîyê Bidlîsê Îsmaîl Ûstaoglû jî di bernameyê de axifî û got: “Di navbera malbata Dînç û Karaca de hin bûyerên nedihat xwestin qewimîbûn. Di encama wan bûyerên nedihat xwestin de ciwanên me li hêrsa xwe xwdî derneketin û hin bûyer qewîmîn. Lê belê ya mihîm ne ewe, ya mihîm ewe ku em îro ji bo sulhê li vir kom bûne. Ez malavahîya xwe ji bo kesên ji vê sulhê re riza dane jîşandan û ji bo kesên bûne pêşîvanê vê organîzasyonê. Dil dixwaze ku bûyerên bi vî awayî qet neqiwime.”

“Em tev lîstokên li ser welatên me tê leystin dibînin”

Walî Ûstaoglû di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser lêystokên li ser Tirkîye tê leystin û wiha got: “Em wek welat di pêvajoyek zaf xeternek de derbas dibin. Gemîyek em tev de lê sûwar bûne heye. Ya rast ewe ku li vê dinya derewîn em tev di vê gemîyê de rêwîtîyê dikin. Ji bo me teva talûkeyek heye. Di vê rêwîtîya em tev bi hev re derketîye rê de em tev mixtacî biratî, yekîtî, aramî û ewlehîyêne. Îhtîyacên me teva bi hev hene. Li devera me, em tev leystokên li ser welatên me tên kirin dibînin. Her wekî 100 sal berê me li ber 7 dewêlan çawa micadele dikirin em îro dîsa micadele û berxwedanê dikin. Em îro berxwedana xelasîyê dikin. Îro di cîhanê de yêgih hatîye guherandin.”   

Piştî xwendina diayê ji teref Miftîyê Bedlîsê M. Faysal Geylanî bername, bi musafaha kirina malbata Dînç û Karaca bidawî bû. (ÎLKHA)


























 

Bu haber toplam 515 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.