Xwediyê baxçê li keviya rê “selika heqê çavpêketinê” ya ku bi fêkiyan dagirtiye daleqand

Xwediyê baxçê li keviya rê “selika heqê çavpêketinê” ya ku bi fêkiyan dagirtiye daleqand

Li Çewligê kesekî xêrxwaz ji bo kesên li ber bexçeya wî derbas bûn da ku fêkiyan bixwin “selika heqê çavpêketinê” ya ku bi fêkiyan dagirtiye bi darê ve daleqand.

Omer Çakirê xwediyê bexçê yê ku selika fêkiyan bi darê ve didaleqîne da ku kesên ji wir derbas bûn fêkiyan bixwin derbarê mijarê de diyar kir ew vê yekê bi gihaştina fêkiyan dide destpêkirin û heta ku fêkî hebin didomîne.

Çakir di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku însan ji wê selikê fêkiyan dixwin ew kêfxweş dibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji fêkiyan pêşî erîk, xox, sêv, xiyar û dû re jî hirmî derdikevin. Ez van berhev dikim û wan dideynim nava selikê. Heta ku fêkî hebe ez vê yekê dikim. Ma em ê her tim bifiroşin, li vê derê ji ber ku însan van fêkiyan dixwin ez kêfxweştir dibim.”

 “Însan bo qenciyê bike heye”

Çakir di berdewama axavtina xwe de diyar kir qencîkirin kesan bi qedr û qiymet dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Însan ji ber bexçeya min diçin û tên. Heqê çavpêketinê heye, ji ber ku bexçe hatine sincîkirin kes nikare bikeviyê û bixwe. Kesên ku nikarin bikevin bexçê çavên wan di bexçê de dimîne, ji ber vê yekê heta ku fêkî hebin  ez têdixim vê selikê. Ev tiştê ku ez dikim bo însanan e, ez bi vê yekê qedr û qiymetê didim însanan. Însan çi qas qenc bin ew ê dinya ew qas xweştir bibe.   Hebûna însanetiyê  kirina tiştên xweşik dixwaze. Di însan de mana heye,  bi qasî ku bike bi qedr û qiymet e. Her wê nejî, ew ê çi qiymeta wê hebe? Însan bo qenciyê bike heye.”

 “Înşallah mînakên wisa zêde bibin”

Omer Aşkin ku dema ji ber bexçê derbas bû ji selikê fêkî xwar diyar kir ev sepan tiştekî baş e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev der cihê ku lê çûyîn û hatin lê herî zêde ya gundê me ye.Ez bi xwe jî ji vî gundî me. Ev selika ku Apê Omer daleqandiye bala me kişand. Bi ya min ev yek bo ji însanan re bibe mînak gelek baş e. Înşallah mînakên wisa zêde bibin. Her cara ku dilê me diçe fêkiyan em ji vê derê derbas dibin.”

Omer Buyukgonulê ji şêniyên gund  jî  derbarê mijarê de diyar kir Apê Omer xêrxwazê vî gundî ye û dû re wiha got: “ Li vê derê li ser navê xêrê tiştekî xweş tê kirin, Bi ya min heqê vê hereketê cennet e, Dema ku em ji vir derbas dibin em dirajin fêkiyan û dixwin. Xweda jê re razî be.”


















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler