Xwendekarên îmam xatibî li Çad û Bangledeşê bîrên avê dan vekirin

Xwendekarên îmam xatibî li Çad û Bangledeşê bîrên avê dan vekirin

Li Rihayê xwendekarên îmam xatibî bi pereyên ku berhev kirinli Çad û Bangledeşê bo kesên mixtaç û feqîrbîrên avê dan vekirin.

Li Sîwereka navçeya Rihayê xwendekarên Lîseya Îmam Xatiban a Qîzan a bi navê Mehmet Ragib Karci bi pereyên ku berhev kirin  li Çad û Bangledeşê bo kesên mixtaç û feqîr  bîrên avê dan vekirin û mehane jî ji 15 yetîmên ku wek bira hatine diyarkirin re jî alîkariya pereyan dikin.

Mîkaîl Baranê ku li mektebê Mamostetiya Fîzîkê dike derbarê mijarê de diyar kir ew bi vê helwesta xwe xwestine balan bikşînin li ser giringiya mijarê û xwendekarên her polekî mehane ji yetîmekî berî niha hatiye diyarkirin re alîkariyê dikin.

Baran di berdewama axavtina xwe de qala însanên feqîr û bêkes ên li seranserê cîhanê kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Sala borî me fikirî ka em wek mektebê karin çi bikin. Em bi rayedaran re jî ketin têkiliyê. Di encama xebatan de  me xwest ku li gundê Saîliya herêma Maokaya Çadê bo feydeya hezar û 500 kesan bîreke avê bidin vekirin. Me di naveyna mehekî de heqê bîrekî berhev kir. Îsal jî  me xwest ji bo Mislimanên Arakanî yên ku ji welatên xwe ji naçarî koçî Bangledeşê kirine tiştinan bikin. Derbarê mijarê de me bi Yetîm-Dera Ewrûpayê re ketin îrtîbatê. Rayedarên komelê ji me re gotin ku hûn dikarin li wê derê bîrê avê bidin vekirin. Me jî digel xwendekaran bo bîrê avê pere berhev kir û berî vê heftiyekê bo Mislimanên Arakanî bîra avê da vekirin. “

Bîlal Şanliyê ku li mektebê mamostetiyê dike jî derbarê mijarê de diyar kir di warê alîkariyê de çi tişt wek bar û berpirsiyarî bikeve li ser milên wan ew amade ne ku wê wezîfeyê bi cî bînin û dû re diyar kir  baweriya wan ji wan re ferz dike ku van alîkariyên xwe bidomînin û ev proje bila ji wan mektebên din re bibe mînak.

Xwendekarên mektebê yên bi navê Rukiye Bozkoyun, Halîme Keklîk, Dîlan Çinar, Ayşegul Uslu û Meryem Sert  derbarê xebatên alîkariyê yên ku ji teref mektebên wan ve bo feqîran tên kirin de hest û ramanên xwe her wisa kêfxweşiyên xwe anîn zimên û wisa gotin: “ Kirina alîkariyê tiştekî pir xweş e. Divê mirov xwe li hember qerîna muxtacan kerr neke. Ji ber ku me şer, birçîbûn, feqîrtî û zehmetî dîtiye me xwest ku ji wan re bibin alîkar. Em dizanin ka kesên yetîm di çi halî de ne. Dema ku canê yekî/ê ji me êşiya dibê yê/a din jî biêşe. Ji ber  ku me alîkarî kiriye pir kêfxweş in.  Divê em wek Milsimanan li hember zilm û mexdûriyetan xwe kerr û lal nekin.”(ÎLKHA)


















































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler