Xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Emerîqayê de heya niha herî kêm 2 hezar û 500 kes hatin binçavkirin

Xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Emerîqayê de heya niha herî kêm 2 hezar û 500 kes hatin binçavkirin

Li zanîngehên Emerîqayê bertekên li hemberî qetlîam û jenosîda ku rejîma îşxalker a siyonîst li Xezzeyê dike dewam dike, hat diyarkirin ku polîsan herî kêm 2 hezar û 500 kes binçav kirin.

Ji 18ê Nîsanê vir ve li zanîngehên bi prestîj ên Emerîqayê xwepêşandanên alîgirên Filistînê tên lidarxistin.

Zexta li ser xwendekaran roj bi roj zêde dibe.

Xwendekar ji aliyê siyasetmedarên alîgirên siyonîst û her wiha ji aliyê polîs û xwepêşanderên ku piştgiriya rejîma îşxalker dikin rastî êrîşan tên.

Di çalakiyan de herî kêm 2 hezar û 500 xwepêşandêr hatin binçavkirin ku di nav wan de gelek mamoste û profesor jî hene.

Tevî merasîmên mezûniyetê yên ku tê plankirin hefteya bê li zanîngehan bên lidarxistin jî, tê payîn ku xwepêşandanên ji bo piştgiriya Filistînê bidomin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.