Xwepêşandêr ber bi Qesra Elysee ve dimeşin: 481 kes hatin binçavkirin
Xwepêaşên ku berî niha li Fransayê ji ber zeman û şert û mercên nebaş ên îqtîsadî dest pê kiribûn berdewam dikin.
Hat ragihandin xwepêaşên ku berî niha li Fransayê ji ber zeman û şert û mercên nebaş ên îqtîsadî dest pê kiribûn berdewam dikin. Xwepêşandêrên ku serê şeveqê li hev kom bûn ber bi Qesra Elysee ve dimeşin. Heta niha 481 kes hatin binçavkirin.
Berî ku xwepêşan dest pê bikin bi sedan xwendekar ji teref polêsan ve hatin binçavkirin. Hat diyarkirin li ser kesên ku hatin binçavkirin lêgerîn hat kirin û di legerînê de kevir û tevşo hatin bidestxistin. Niha polês bi xaza îsotan mudaxeleyî xwepêşandêrên ku li kolanên Parîsê xwepêşanan li dar dixin dikin. Heta niha 481 kes hatin binçavkirin
Piştî xwepêşanên heftîya borî Wezareta Karên Hundir ê Fransayê ji bo çalakîyên ku dê îro bên tertîpkirin nêzî 80 hezar polêsî wezîfedar kir.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.