Yapicioglû: Bi îzna Xweda em li cîkî gelekî baş in

Yapicioglû: Bi îzna Xweda em li cîkî gelekî baş in

Namzetê Serbixwe yê Diyarbekirê Zekerîya Yapicioglû di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îfede kir ku, ‘ me bandora buxtanan ya zêde şikandiye û “Bi îzna Xweda em li cîkî gelekî baş in”.

Namzetê Serbixwe yê Diyarbekirê Zekerîya Yapicioglû di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îfede kir ku, me bandora derew û buxtanan şikandîye û di vî warî de em gîhaştîye asteke baş.

Yapicioglû derbarê hilbijartinê de şîret kir û wiha got, “Lazim e em di rojên dawî de cehd û xeyreta xwe zêdetir bikin.”

“Ji bo vî karî nebêjin temam û sist nebin!”

Yapicioglû di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Erxenîna Diyarbekirê xîtabî welatîyan kir û nirxandinên girîng kir.

Yapicioglû, îfade kir ku ev sê mehe ew xebatên hilbijartinê di bin şertên zor û zehmet de dewam dikin û wiha got, “divê em zêdetir cehd û xeyret bikin”.

Yapicioglû, di berdewama axavtina xwe de wiha got, “24ê Hezîranê roja Yekşema pêşîya me dema em fêkîyê xwe kom bike. Ji bo ew fêkî winda nebe ez ji jin û mêr zarok û îxtîyaran îstirham dikim bila sist nebin û bi vî awayî xebatên xwe dewam bikin. Bi îzna Xweda em li cîkî gelekî baş in. Li gor hilbijartinên berê hewayek cuda heye. Hûn dizanin ew cudahî çîye? Em çûn derîyê her kesî. Dema hilbijartin hebû jî em çûn û dema hilbijartin tunebûn jî em çûn. Me got me bi me nasbikin. Me bandora wan propogandayê reş şikand. Kesên me ji me naskirin pirê wan ji wan fikrên xwe yên ne erênî veqetîyan. Ma kar qedîya? Niha bandora propogandayên reş bi temamî neqedîya ye. Di van rojên dawî de jî propogandayek reş tê kirin.” 

“Ji bo em nebêjin xwezî wiha ba lazim e em di 4 rojên dawî de zaf bixebitin!”

Yapicioglû, axavtina xwe wiha domand, “Divê em piştî hilbijartinan jî rûnenîn. Belkî wê çaxê barê me girandit bibe û hewce bike em destê xwe û bedena xwe têxin bi kevir. Emê ji bo xizmeta gelê xwe zêdetir bixebitin û wiha got: “Ji bo em têkevin bin vî barî lazim e em vê destûrê ji we bigrin. 4 rojên dawî man ji kerema xwe em hesabê xwe baş bikin û hafiza xwe nû bikin. Divê em li rêberê têlefona xwe baş binerin. Em binerin bê dostên me ewqrebayên me ên em li wan negerîyanin manin an? Em binerin bê cîranê me, an merivê me yên me ew îkna nekirine manin an nemanin. Em ferz bikin roja Yekşemê sindoq vebûn û me bi dengekî winda kir. Ji bo em nebêjin xwezî me wisa bikira di 4 rojên dawî de zaf bixebitin. Heger roja Yekşemê em ji bo dengê ji parlamenterekî re lazim e zêdetir 40 hezar dengî jî bigrin divê em nesekine û xebatên xwe bê navber dewam bikin. Heger em dixwazin gotinên me ji teref gelek kes ve bê guhdarîkirin divê em di rojên dawî de zêdetir bixebitin. Bifikirin! di destê me de ben heye û em bi wî bennî ji bîrê avê dikşînin. An jî di bîra em avê jê dikşînin Yûsûfek haye. Heta ber deryê bîrê hatîye. Heger hûn destê xwe sist bikin wê dîsa têkeve bîrê. Bila destê we sist nebe, bila em sist nebin.”

“Kesên li ser pişta vî miletî pêşerojeke sîyasî berhev dikin wê boxçikên xwe kom bikin”

Yapicioglû, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku lazim e endam û dildayên me beza xwe zêde bikin û nîyeta xwe xalistir bikin û wiha got: “Heger em ji bo karekî rast derkevin rê ji xwe me di gava ewil de qezenc kirîye. Lê bele drûma milet û memleket li ber çavaye. Bi îzna Xweda ji bo em memleketê xwe derxin ser rastîyê emê bixebitin. Emê wê hêz û quwetê ji we bigrin. Ew hêz jî piştgirîya gele. Her ku piştgirîya gel hebe dê dengê me zêdetir derkeve.”

“Ez we teva dawetî mîtînga me ya wê di 22ê  Hezîranê de bê li darxistin dikim”

Yapicioglû, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew temamê gel dawetî mîtîga xwe ya dê di 22ê Hezîranê roja Yekşemê li Diyarbekirê bê li darxistin dike.

ÎLKHA








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler