Yapicioglu dengê xwe da
Namzedê Serbixwe yê Amedê Parêzer Zekerîya Yapicioglu li Diyarbekirê dengê xwe da.
Parêzer Zekerîya Yapiciogluyê Namzedê Serbixwe yê Amedê bo hilbijartinên serokomarî û parlementerîyê li Kayapinara Diyarbekirê dengê xwe da.
Yapiciogluyê ku derdora seat 10.00an de li Lîseya Anadoluyê Adnan Menderesa Kayapinar 2 a Taxa Mezopatamyayê dengê xwe li ser sindoqa bi reqema 2151an da diyar kir ku ev hilbijartin bo millet û welêt bibe wesîleya xêrê û dû re derbarê hilbijartinan nirxandike wisa kir: “ Ez hêvî dikim ku ev hilbijartin bêqeza û bêbela derbas bibin. Înşallah tu bûyereke ku dilan bişewitîne û millet xemgîn bike pêk neyê û hilbijartin bi netîce bibin.”
“Ez hêvî dikim ku encamên hilbijartinan bo memleket û millet bibe wesîleya xêran”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir partî û namzed ev bû 2 meh ku propagandayên xwe dikirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê derbarê propagandayê de tiştekî nebêjin. Hemû kes biryara xwe daye. Em hêvî dikin ku ev biryar bi tu awayî di bin tesîrekê de nemînin û xwe di sindoqan de nîşan bidin.Dîsa Eez hêvî dikim ku encamên hilbijartinan bo memleket û millet bibe wesîleya xêran.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.