Yapicioglu: “Di çareserîya meseleya Kurdan de temamê terefên birêxistî muxatabê we ne”

Yapicioglu: “Di çareserîya meseleya Kurdan de temamê terefên birêxistî muxatabê we ne”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê di Kongreya Awarte ya 2yemîn a Êlihê de diyar kir “Ger hûn dixwazin vê meselê çareser bikin di serî de terefên birêxistî yên vî memleketî û yên din temam muxatabê we ne."

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku beşdarî Kongreya Awarte ya 2yemîn a Êlihê bû derbarê mijarên di rojevê de nirxandinên balkêş kir.

“Heqên bingehîn nabin mijara bazarê”

Yapicioglu di destpêka axavtina xwe ya ku di  kongreyê kir de destnîşan kir gelek meseleyên welêt ên ku ji ber zilmê derketine holê hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji wan problemên ku hene yek jî meseleyê Kurdan e. Weke ku hûn jî dizanin berî vê çend salan rayedarên hikûmerê  gotin ku “em ê vê meselê çareser bikin.’ û demajoyeke ku navê ‘demajoya çareserîyê” lê kirin dan destpêkirin. Me ji vê yekê re got ‘demajoya bêpêvçûnîyê.’ Çima me vê navê lê kir?Lewra, em dizanibûn ku dê ji vê çareserî dernekeve. Lewra bingeha wê demajoyê xelet hatibû avêtin. Me wanan îqaz kir û got ku hûn wan kesên ku di destê wan de çek heye wek nûnerê millet rûdinînin  hemberî xwe, hûn xeletîyê dikin, hûn hinek telebên meşrû yên millet bi wan kesên ku çek di destên wan de hene re dikin meseleya bazarê. Heqên bingehîn nabin mijara bazarê û hûn dayîna van heqan bi berdane çekan ve girê didin, hûn xeletîyê dikin. Lê belê tu kesî me guhdar nekir.”

 “Ger hûn dixwazin vê meselê çareser bikin di serî de terefên birêxistî yên vî memleketî û yên din temam muxatabê we ne”

Yapicioglu destnîşan kir bo çareserîya meseleya Kurdan îro tam wextê wê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me wê rojê got û em îro jî dibêjin; ger hûn dixwazin vê meselê çareser bikin di serî de terefên birêxistî yên vî memleketî û yên din temam muxatabê we ne. Bo çareserîya meseleya Kurdan îro tam wextê wê ye.”(ÎLKHA)
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.