Yapicioglu: Divê sîstema perwerdehîyê, ji fikra Rojavayê ya ku dibe sedema xerabûna nasnameyê bê paqijkirin

Yapicioglu: Divê sîstema perwerdehîyê, ji fikra Rojavayê ya ku dibe sedema xerabûna nasnameyê bê paqijkirin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta destpêka dewra duyemîn a perwerdehîyê peyamek parve kir.

Ji 20 milyonî zêdetir xwendekarên ku di dibistanên girêdayê Wezareta Perwerdehî ya Netewî de dixweyînin, piştî tetîla 16 rojan ji dewra duyemîn a sala hînkirin û perwerdehîya 2023-2024an re îro dest pê kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî bi minasebeta destpêka dewra duyemîn a perwerdehîyê li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir.

Yapicioglu di daxuyanîya xwe de weha got:

“Divê armanca bingeh ya perwerdehîyê; naskirina Rebbê xwe, mirovên ku bi başîtîyên însanî wek edalet û rastîyê xwe perwerde kirine û civakekî ku bi van mirovan hatine perwerdekirin be.

Di vê meseleyê de mesulîyetên mezin di serî de li ser hikûmetê û Wezareta Perwerdehîya Netewî dûre jî li ser sazîyên sîyasî, zanîngehên me, STKyên me yanê li ser me hemûyan dikeve.

Divê sîstema perwerdehîyê, ji fikra Rojavayê ya ku dibe sedema xerabûna nasnameyê û zêhnan ditevizîne û ji koletîya modern re mirovan razî dike bi temamî bê paqijkirin.

Ez ji hemû xwendekarên ku dest bi dersan dikin re serfirazîyê dixwazim. Bila Rebbê min zarokên me, ciwanên me ji zerara perwerdehîya xelet mihafeze bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.