Yapicioglu: Fîlîstîn rojeva me ya ku nayê guhertin e

Yapicioglu: Fîlîstîn rojeva me ya ku nayê guhertin e

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu weha got, “Yek ji rojeva me ya ku nayê veguhertin Fîlîstîn, Xezzeya ku jê xwîn diherike û wehşeta sîyonîstan e.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Stenbolê bernameyek li dar xist û di bernameyê de namzedên şaredarîyên navçeyên Stenbol, Bûrsa, Qocaelî, Yalowa û Eskîşehîrê, dûre jî namzedên serokê bajarên bajarên Edîrne, Tekîrdax û Yalowayê da naskirin.

Bername di Salona Konferansa 34 Avluya Artnavutkoyê de hat lidaristin û bi xwendina Qurana Pîroz a ji teref Mele Abdulbarî Çelîk ve hat xwendin dest pê kir.

Zekerîya Yapicioglu di bernameyê de derheqê rojeva hindir û derveyê de jî axivî.

“Îşxala li ser axên Fîlîstînê 105 salan derbas kir”

Yapicioglu weha got, “Em ê îro hinek hevalên xwe yên ku ji bo namzedan bijartîye îlan bikin lê mixabin rojeva me ya ku nayê veguhertin Fîlîstîn, Xezzeya ku xwîn diherikîne û wehşeta sîyonîzman e. Ger ku em ji îşxala Îngîlizan ku di sala 1971an de dest pê kirîye hesap bikin, ev bû 105 sal e axên Fîlsîtînê hatîye îşxalkirin.”

“Ji bona ku zilma li Xezzeyê biqedînin egîdên ku micadeleyekî ji qeweta însanan jî zêdetir e nîşan didin hene”

Yapicioglu, “Ew îmaja ku 75 sal e nîşan dane, bi erdê ve dikişe û ser û bin bû. Wan kerîyên qatil ên ku li hember xwe egîdên ku di destê wan de çek hene dibînin û ji ber vê yekê çokên wan sist dibin, ev bû 116 roj e wehşetekî ku nekirine nemaye, ew bi van wehşetan bi dehhezaran sîvîlan qetil kirine. Bi rastî jî ev wehşet ketîye rewşekî wisa ku êdî ti gotinekî tuneye ku derheqê wî de were gotin. Derheqê vê wehşetê de ger ku gotinekî bê gotin dibe ku ew jî gotina Ebû Ubeyde be ku wî digot, ‘dinya bû du parçe, sûcdarên bêwijdan û temaşevanên aciz.’ E. ”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku însanên li wê derê tenê ne bi bombeyan ew êdî ji ber birçîbûnî û sermayê can didin.

“Ji bona ku hûn ji zilmê re bibêjin bisekine li bêvîya çi ne?”

Yapicioglu bal kişand û îfade kir wehşeta ku tê jîyankirin êdî nayê terîfkirin, “Rejîma sîyonîst li gorî xeberên ku derketine îro bi cil û bergên doxtoran û di nav cil û bergên astengdaran de ketine nav nexweşxaneyekî, hetta ew di nav nexweşxaneyê de qetlîaman li dar xistine. Niha em dibêjin ku ey rayedarên welatên Îslamê! Ey rayedarên dinyaya azad! Ey îdarevanên ku ji serxwebûnî û azadîya xwe ji sîyonîzmê re fedekarîyê nekirine! Hûn hêna li bêvîya çi ne? Ji bona ku hûn ev wehşetê bidin sekinandin divê hêj çi çêbibe?”

“Hedefa sîyonîstan hev negirt”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Dema ku ew dest bi vê wehşetê kiribûn çend hedefan kiribûn pêşîya xwe. Pêşî ew gotin ku em ê li wê derê komên berxwedanê tune bikin. Hêzên berxwedanê di roja 115emîn de jî ji Tel Avîvê re roketan avêtin. Wan tankên ku kiribûn hindir derbeyên giran digrin û dibin wek xwelîyê. Leşkerên li wê derê jî di nav tabûtan de diçin Tel Avîvê. Ew tiştekî dinê jî gotibûn. Gotin ku em ê êsîrên ku micahîdên Fîlîstînê girtibûn wê xelas bikin. Lê di roja 116emîn de jî ew tu êsîrekî xelas nekirine. Wan êsîran jî bi bombeyên xwe an kuştin an jî mecbûr man ku bi micahîdên li wê derê re peymanê îmze kirin û li hember pîrek û ciwanên ku di destê sîyonîstan de ne ji micahîdan girtin.”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku sîyonîstan, bi exlaqî, sîyasî û psîkolojîkî jî mexlûb bûne.

Bername bi eşkerekirina namzedan dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.