Yapicioglu: Îdamkirina Alî Ahsan Mucahîd cinayet e

Yapicioglu: Îdamkirina Alî Ahsan Mucahîd cinayet e

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu di derbarê îdamkirina Sekreterê Giştî yê Hereketa Cemaatê Îslamî Alî Ahsan Mucahîd de destnîşan kir ku îdamkirina wî cinayet e û wiha axivî: “ Piştî 90 salî digel van darizandinên bi vî awayî li Bangledeşê Mehkemeyên Î

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ji teref rêvebira laîk a Bangledeşê ve îdamkirina Sekreterê Giştî yê Hereketa Cemaatê Îslamî Alî Ahsan Mucahîd wek cinayetê nirxand.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir hevalên Abdulkadîr Molla yek bi yek çûnê ba wî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her çiqas bê gotin ew bi qerara mehkemê hatine îdamkirin jî ev tişt ne wiha ye. Di bin vê navê de dixwazin lîbasa hiqûqê li cinayetên ku kirine bikin. Ketine nava vê hewldanê. Piştî 90 salî digel van darizandinên bi vî awayî li Bangledeşê Mehkemeyên Îstîklalê şeytanqûnî bûn. Ev teroreke dewletê ye. Ev ji hêla failan ve cinayetek e.Lê belê ji hêla Şehîdan ve ev qezencek e.”

 “Kesên ku dixwazin mislimanan tahakkum bikin ji vejîna îslamî ditirsin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ne tenê li Bangledeşê bi heman awayî li erdnigarîya îslamê jî kesên ku dixwazin mislimanan tahakkum bikin, ji vejîna îslamî ditirsin û wiha pêde çû: “Ew kes ditirsin ku misliman li dora bawerîya xwe bicivin û li hev xwedî derkevin. Ji ber vê yekê jî kesên ku li gor wan ew ê peşîvantî û rêbertîya vê civînê bikin bi vî awayî ceza dikin. Hinek ji van şehîd kirine, hinekan ji welatên wan dûr kirine. Taybetîyên hevpar ên kesên ku van tiştan li mislimanan dikin dixwazin ku însanan ji xwe re bikin ebd û êsîr. Lê belê divê ew kes dîtibin ku kesên ku ji Xwedê re bûne ebd ew ê li ber wan kesan serên xwe netewînin. Kesên ku ji dîrokê ders û îbret negirtine ew ê îro an jî di demeke nêz de vî tiştî cardin bibînin.”

 “Berî vê 90 salî li van axan jî bi heman awayî zilm hatin kirin”

Yapicioglu balkişand li ser mijara berî vê 90 salî li Tirkîyê jî bi heman awayî zilm hatine kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di Qiyama Şêx Seîd de Şêx Seîd û gelek hevalên wî hatin şehîdkirin. Li vî welatî ji gelek alim û rêberên îslamê re cezayên cûrbecûr hatin dayîn. Hinek hatin şehîdkirin, hinek hatin îdamkirin, hinek hatin mişextkirin û hinek jî bi salan di zindanan de hatin girtin. Lê belê tu wechî derbasî pêşîya vejîna îslamî nebûn û bi serneketin ku vê xelkê ji îslamê dûr bikin. Ew kes ew ê li Bangledeşê jî nikaribin vî tiştî bikin.”

“Sedema vê tabloya hezîn û bikovan perçebûna ummetê ye”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê misliman ji van zilm û îdaman ji xwe re ders bigrin, divê misliman hevdu xwedî derkevin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Sedema vê tabloya hezîn û dilkovan a ku ummeta îslamê di nav de ye perçebûna ummetê ye. Di nava her perçeyekî de fitn û fesadî, tevlîhevî û alozî hatine derxistin ku hemû kes bi pirsgirêkên navxwe dilebikin. Heta li hinek cihan bi hevdu re berberîyê dikin. Divê misliman ji van ders û îbretan bigirin. Divê misliman wan îxtîlafên di nava xwe de deynin rexekî û hevdu bigirin, li hevdu xwedî derkevin. Em ji vê pêve tu rêya xelasîyê nizanin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.