Yapicioglu: Micadelekirina ji bo tesîskirina edaletê wezîfeya herî mezin ya însanîyetê ye

Yapicioglu: Micadelekirina ji bo tesîskirina edaletê wezîfeya herî mezin ya însanîyetê ye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu weha got, “Em wisa bawer dikin û zanin ku zilm heta dawîyê berdewam nake û miheqqeq heq ew ê li ser batil xalîb were.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta Îda Remezanê peyamek belav kir, Yapicioglu di peyama xwe de weha got:

“Xûşk û birayên min ên ezîz! Ez we bi hûrmet û mihebbetê silav dikim, Îda we ya Remezana bimbarek bi can û dil pîroz dikim. Rebbê min bila ji alîyê xwe îbadet û duayên we ku di Meha Remezanê de kirine qebûl bike.

Di dewra zêdebûna zilm û bêedaletîya kûrewî de micadeleya ji bo îqama heqîyê û tesîskirina edaletê ji bo însanîyetê wezîfeya herî mezin e. Ji bona ku em vê wezîfeyê bi layiqî bi cîh bînin divê em tev bi hev re bibin yek û bi benê Xwedê re xwe hembêz bikin. Em wisa bawer dikin û zanin ku zilm heta dawîyê berdewam nake û miheqqeq heq ew ê li ser batil xalîb were.

Bi wesîleya Îda Remezana bimbarek ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku bila şîyarbûn û rabûna ku bibe wesîleya tesîskirina edaletê, zêdebûna xûşk û biratîya me ji me re litf bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.