Yapicioglu: Îngîltere û Almanya îtiraf kirine ku wan piştgirî dane derbeyê

Yapicioglu: Îngîltere û Almanya îtiraf kirine ku wan piştgirî dane derbeyê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Îzmîrê di saziya partiyê de bi şaxên ciwanî û pîrekan a partiya xwe re hat cem hev û di derbarê rojevê de daxuyanî da.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Îzmîrê di saziya partiyê de him bi şaxê ciwaniyê û him jî bi şaxa pîrekan a partiya xwe re hat cem hev û di derbarê rojevê de daxuyanî da.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da diyar kir wek Misliman divê jio bo ku siyaseteke Îslamî pêk were ew bixebitin û ew li dijî siyaseta ku li dijî Mislimanan tê kirin bibin.

“Ewrûpa rastî berê durûtî dikir”

Yapicioglu di derbarê pêvajoya referandûmê û helwesta wan a li dijî derbeya FETO de bûne. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Ewrûpa rastî berê durûtî dikir. Niha maskeya li ber rûyê xwe rakir. Herî dawî Almaniyan gotine ‘Tirkiye me di derbarê FETO de mutmeîn nekirine’. Komîsyona têkiliyên derve ya parlementera Îngîlterê doh di daxuyaniyê de wiha diyar kirinne; ‘Em xwedî agah nînin ku derbe ji teref cemaeta Gulen ve hatiye lidarxistin. Dibe ku di nav kesên ku derbeyê pêk anîne de efserên Gulenîst hebin. Lê ev yek nayê wê wateyê ku vê derbeyê Gulen pêk aniye.’ Ez bal dikêşim ser cumleya duvomîn. Lewra rast dibêjin. Ew dixwazin vê yekê bibêjin; ‘wana derbeyê plan nekirin. Wan lidar nexistin’. Lewra ew bes piyon in. Dixwazin bibêjin ku wan derbeyê lidar xistine.”

“Welatên Îslamê tên xerakirin”

Yapicioglu diyar kir ku welatên Îslamê tên xerakirin û Misliman welatên xwe terk dikin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Misûla ku ji aliyê çavkaniyên bin erdê ve xwediyê axê herî bi randiman e ji ber ku bêewlehiyê gel mecbûr dimînin welatê xwe terk dike. Mislimanên li xwediyê eslî yê vê axê ne li guşeyên rêyan li ber wesayîtên ku xwarin belav dikin mecbûrî disekinin. Li welatê Iraqa ku çavkaniyên wê bi trîlyonan e gel birçî ye. Gelo Xweda hesaba vê yekê dê nepirse? Hemî birayên me tê qetilkirin, xuhayên me tên qetilkirin, namûsa dê û xuşkên me tên binpêkirin. Gelo li hemberê vê yekê berpirsyariyên me tune? Çareseriya vê yekê heye. Wekê ku Xweda di Qurana Pîroz de diyar kiriye; ‘dê em xwe li werîsa Xweda bigirin’.”

“Rojeva me jî ew diyar dikin”

Yapicioglu diyar kir ji ber ku di nabeyna Mislimanan de wehdet tune Ummet perçe perçe bûye. Yapicioglu diyar kir ku herî dawî li Misûlê dibistana ku bi hezaran zarok û pîrek lê sitirîbûn ji teref balafirên DYAyê ve hatiye bombebarankirin û di encama vê yekê de bi sedan siwîl jiyana xwe ji dest dane. Dûvre Yapicioglu wiha ragihand: “Ji xwe çapemeniya me vê yekê nabîne jî. Lê heman çapemenî 4 kesên ku li Îngîlterê hatin kuştin çendîn roj kir rojev. Çima? Lewra gelek caran rojeva me û siyasetmedarên me jî ew diyar dikin. Rojeva me jî ew diyar dikin.”

“Ji bo islehbûna vê civakê wezîfeyên pîrekên me gelek in”

Yapicioglu diyar kir ji bo guherîn û isleha civakê pîrek faktoreke girîng e. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo islehbûna vê civakê wezîfeyên pîrekên me gelek in. Lewra bes ji sedan pênciyê civakê ji pîrekan pêk tê nayê. Ji nîvê din dê û mamossteyên herî ewil in.” (ÎLKHA)












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.