Yapıcıoğlû Rojev Nırxand

Yapıcıoğlû Rojev Nırxand

Serokê giştî yê Huda Parê Zekerîya Yapicioğlû, derbarê rojevê de beyanên girîng da.

Muhterem Yapicioğlû, li serokatîya partîya xwe ya bajarê Amedê de peyivî. Li ser mijarên wek wehşeta di 6 û 8ê Cotmehê ya bi bihana Kobanê hat rast kirin û êrîşên ku li teşkîlatê wan hatiye rast kirin û pêvajoya çarserîyê de mesajên grîng hat dayîn.

Yapicioğlû derbarê bûyerên ku bi bihana  Kobanbê, 16 kes ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî, ji teref PKKê ve hat qetil kirin. Ji bo ku êdî wehşetên weha neqewimin, berpirsyarî dikeve ser milê her kesî û her hêlê.

Di beyana xwe de Muhterem Yapicioğlû weha got: “Bê guman ev bûyer û êrîşana ji ber xwe ve nehatine rast kirin. helbet têkilîya wan bi Îsraîl û ‘Emrîqare heye. Em van beyanên ku îdarevanên HDPê ‘dibêjin dema me gazî tabanê xwe kirin ji bo kuçeyan, me şîddet nexwest û me li êrîşên ku wê li dijî Huda Parê bên rast kirin jî derpêşnedikir.’ Em samîmî nabînin û jê bawer nakin.”

Yapicioğlû weha dewam kir: “Bi van beyanên ku dibêjin Provekator ketine dewrê, dixwazin xwe ji binê mesûlyetê derxin. Lê belê xwe bi vana nikarin jibinê berpirsyarîyê derxin. Bera hinek hêl civanên kurd bi hevdû nede şikandin.”

Serokê giştî yê Huda Parê muhterem Yapicioğlû, li ser pêvajoya çareserîyê jî mesajên grîng dan

    BANGAHEQ

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.