Yapicioglû: Şerekî şeytan navbeynkarîya wî bike bi dawî nabe

Yapicioglû: Şerekî şeytan navbeynkarîya wî bike bi dawî nabe

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekrîya Yapicioglû derbarê bûyerên li Efrînê diqewimin de îfade kir ku carekdin derket holê ku Emerîka ji tu kesîre nabe mutefîk û got: “Şerekî şeytan navbeynkarîya wî bike bi dawî nabe”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekrîya Yapicioglû derbarê bûyerên li Efrînê diqewimin de ji Rojnameya Doğrûhaberê re peyîvî û operasyona Efrînê nirxand.

Di demên dawî de carekdin derket holê ku Emerîka ji tu kesî re nabe mutefîq û tu ferqa Rûsyajî ji Emerîka tineye tenê armanca wan berjewendîyê wan yên emperyalin.

“Di serî de stratejîya Tirkîyê ya dîtina Amerîka wek hevalbend stratejîyek xelet bû”

Yapicioglû di berdewam axaftina xwe de îfade kir ku armanca Emerîka ewe ku gelên li herêmê ji hevre bikin neyar û wiha got: “Di vî warî de ji serî û pêde Tirkîye xeletîyê dike. Tirkîye bangî Emerîka dike û dibêje ev tiştên hûn dikin ne li gor hevalbendîyê ye û ev ne tiştekî raste. Lê belê dibe ku li ser axizê hûn hevalbendbin û dive ku hin caran Emerîka beyanatên kêfa Tirkîye pê were bike. Feqet dîtina Tirkîye wek Emerîka hevalbendê di serîde stratejîyek xelet bû. Lewra Emerîka şeytane û wê şeytanîya xwe dewam bike. Pevçûnek navbeynkarê wê şeytan be bidawî nabe û her here wê zêdetir bibe. Polîtîka Emerîka ya li deverê armanc dike ku temamê nijad û bawerîyên li deverê ji hevre bike neyar û tovên nîfaqê têxe navbera wan. Eynê weke zîhnîyeta sîyonîstan dibêjin li derdora me çiqas şer û pevçûn hebe emê ewqas di ewlehîyê de bin.”  

“Tirkîye ji hêla Emerîkan ve mecbûrî hereketa Efrînê hatîye kirin”

Yapicioglû, destnîşan kir ku ji serîde hedafek Emerîka ya li deverê ji PKK/YPGê dewletekê avabike tinebû û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê bawerîya Emrîka filan kes kirîye an filan hêl firotîye ne bawerîyek di cî de ye. Lewra Emerîka ji bo li deverê fitnê derxe çi ji destê wê tê dike. Ser merselê em veya bibêjin Emerîka nimreya rêzkî ya çek û sîlehên dabûn PYDê bi Tirkîye re parve kir. Em bi vê yekê baş dibînin ku Emerîka wek bi Terkîyê henekê xwe dike û dibêje binere bê rewş çikas xeter e û min çi çek û sîleh dane wan. Xwest Tirkîyê bikşîne nava herbê. Di vî warîde Tirkîye ji hêla Emerîkan ve mecbûrî hereketa Efrînê hatiye kirin. Li gor qeneata min bi zanetî Tirkîye mecbûrî vê herbê kirin. Ez di warê operasyonê de nafikirim ‘Tirkîye bi Emerîka gava paş da avêtin’. Lewra dema em li pêvajoyê dinhêrin Emerîka ji bo pêvajo were vê asti zaf xebitî. Emrîka dixwaze li ser welatîyên sivîl rewşeke rageşîyê çêbike. Hewceye gel û çekdarên bi Emerîkan re hereket dike ji hev bên guherandin û li gor wê hereket bê kirin.

“Dewletên emperyal me bera ber hev didin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê îfade kir ku dewletên emperyal fitnê dixe navbera me û me bera hev didin û got: “Di vî warî de nirxandinên me evin; dive ku li ser erdingarîya me pirsgirêkên me hebin. Di nava van pisgirêkên me de em dikarin gelek tiştî bijmêrin, lê belê ev pirsgirêkana mijarên me yên navxweyîne. Divê em van pirsgirêkanê xwe berya bibin ber destê emperyalîstan em di nava xwe de çareser bikin û em mecbûrin veya bikin. Li ser vê erdingarîyê ji berê de di vî warî de tecrûbe û bawerîyên me hene. Heger em hewceyên xwe bi cî bînin wek berê emê dikaribin wek temamê gelan disa bi hevre bijîn û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Di serîde Emerîka û dewletên emperyal naxwazin em pirsgirêkên xwe bi vi awayî di navbera xwe de hal bikin. Her tim cûdahîyên me derdixin pêş çavê me û wan mezin dikin û fitnê dixe navbera me û me ji hev re dikin dijmin. Em van tiştana ji bo Rûsya yê jî dibêjim.

Lewra Cihû û File heta em dînê xwe neguherin û nebin ji wan qethîyen wê ji me razî nabin. Kelamê îlahî me bi vî awayî hişyar dike û ji mere dibêje ji bo we ji Yahûdî û Xiristîyana ne dost ne jî hevalben çênabin. Bi kurtasî ez dikarim vê bibêjim heta em wek gelên li van deverana dijîn ji heq û hiqûqê hev re hurmetê nekin ev pêvajoya herb û rageşîyê wê dewam bike. Di warê PYDê de jî em dikarin vê bibêjin. Di serî de dema herba navxweyî dest pê kir PYDê ji rejîmê çek û pere girtin û li ser navê Esad herb kirin û bi mixalifan re herb kir. Paşê xwe nêzî Emerîka kir. Piştî Emerîka çek dan wan û got vana ‘hêzê min yê bejayî ye’ wan wek xwe kebûl kirin. Zen kirin ku ew ji teref hêzeke navneteweyî vê wek mixatab hatine girtin û gotin qey ew jî êdî wek aktorekî navneteweyî tê qebûlkirin û li gor wê heret kirin.   

“Sersebebê vî karî; Emerîka û PKKe ye”

Yapicioglû di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku bûyerên li Efrînê diqewime sersebebê wê Emerîka û PKKe ye û got: “Li hêlekê rêxist ket nava hesabekî xelet û got qey heta dawîyê Emerîkayê piştgirîya wan bike. Bi vî awayî xelet hereket kirin û Tirkîye dawetî Efrînê kirin. Ev tişt bi gotin û hereketên xwe eşkere anîn ziman. Li hêladin jî îdîa dikin ku ew temsîlvanên temamê kurdan e. Lê belê Efrîn û deverên lê kanton îlan kirin û lê tehekum dikin kesê tabiî wan nebûn ew koçber kirin da ku îdolajîya xwe bi rehetî bikar bînin. Heger sersebebê vî karî di serî de Emerîka be yê dudan jî PKKe ye. Sersebebê vî karî ev her dû ne. Li belê projeya derxistina rageşî, pevçûn û bêîstîqrarkirina deverê ev jî di warê navneteweyî de de perçeyekî proja sîyonîsta ye. Ev rageşî û pevçûn sîyonîstan gavek din ber bi armanc û hecefên wan bibe.

ÎLKHA









HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.