Yavûz: Emê mesela Kurd di şeş meha de çareser bikin

Yavûz: Emê mesela Kurd di şeş meha de çareser bikin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz li Rihayê beşdarî mîtînga partîya xwe bû û li wir peyamên mihîm da û îfade kir ku; Emê mesela Kurd di nava şeş meha de çareser bikin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz li Rihayê beşdarî mîtînga ku serokatîya Bajarê Rihayê ya HUDA PARê li pêşîya Mûzeya Bajêr li dar xist bû. Yavûz, di mîtîngê de polîtîkayên hikumetê yên hindur û derve rexne kir û îfade kir ku hikumet pêşnîyazîyên HUDA PARê yên di warê çareserîyê de paşçav dike.

Yavûz, di serê axavtina xwe de cejna Remazanê ya welatîyan pîroz kir û îfade kir ku wî li Rihayê demeke dirêj mamostetî kiriye û ew di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2014an de li Rihayê wek namzedê parlamenterîyê yê serbixwe ketîye hilbijartinê, ji ber vê yekê gelê Rihayê wî ji nêz ve nas dike.

“Rêxistina terorê dewlet bi rêve dibir”

Yavûz, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di ‘Pêvajoya Çareserîyê de’ xeletîyên mezin hatin kirin û ji bo ew xeletî neyên dûbarekirin û rêxistiyên terorî yên di nava dewletê de carekedin êş û eleman bi gel nedin kişandin divê li pêşniyazîyên HUDA PARê yên çareserîyê dîqet bên girtin.

Yavûz, di berdewama axavtina xwe wiha got: “Em ji bo tu tiştek neyê serê vî memleketî neyê serê vî bajarî micadele dikin. Lewra em tev di heman keştîyê de dijîn. Heger keştî avê bigre emê tev bi hevre winda bikin. Me got di Pêvajoya Çareserîyê de xeletî tên kirin, lê belê karbidestên hikumetê ji me re gotin, ‘Binerin cinazê esker û polêsan nayê. Gotin hûn tiştekî naecibîn in. Binerin çi pêvajoyek baş dane destpêkirin. Digotin rêxistina terorê dê sîlehan deynin û derkevin derveyî welêt, me jî digot, ‘ev bi sedsalaye em li ser van axan dijîn. Kî dixwazin çi bikin em baş dizanin. Binerin dema me digot hem rêxistina terorê ya di nava dewletê (FETO) û hem jî rêxistina di destê wê de sîleh hebû ne didûstin ji mere digotin, ‘çawa dibe’ digotin çawa hûn buxtanan dikin’ paşê we dît darbeya 15 Tîrmehê qewimî. Piştî heyama 15 Tîrmehê Wezîrê Karûbarê Hundur yê berê Birêz Efqan Ala gotibû, ‘Dinava 7 hezar endamê îstîxbaratê de 6 hezar û 700 heb endamê rixistina terorê ya FETO bûn. Wan bi xwe digotin vê dewletê rixistina terorê birêve dibir. Berya sîle bê avêtin, berya ev mileta bedelan bidin me ev tiştan digotin. Li hêleke FETO û li hêla din jî PKK. Dema me digotin van rêxistinan bi hevre hereket dikin, ji me re digotin ma we heşê xwe bi nan û penêr xwariyê. Digotin ma çawan FETO û PKKe bi hevere hereket dikin. Wê çaxê ji me re digotin hûn tiştekî nizanin û hûn ji sîyasetê fêhm nakin. Heger wê çaxê li me guhdarî kiribanan ne bajarê me dê bibûna qadên herbê û ne jî dê biba sedmê winda kirina jiyana welatîyên me.”  

“Li Sûryeyê polîtîkayên xelet yên bûn sedema teqandina sîlehan hatin sepandin”

Yavûz, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku hikumetê li Sûryeyê polîtîkayê xelet şopandîye û wiha got: “Dema mesela Sûryeyê dest pê kir me hikumet hişyar kir. Me got em qebûl dikin li ser Sûryeyê zalimek heye. Belê li Rojhilatanavîn û Erdingarîya Îslamê gelek zalim henin. Divê em vê baş zanibin, çima bi taybetî Emerîka bela xwe bi Sûrî da. Mesele ewlehîya rejîma rêxistina terorêye. Xweda ew lenet kirîye û ji bo wan gotîye ew, ‘Ew ji bo Mislimana neyarin’ lewra çeteyên sîyonîst çav xistîye îfet û namûsa me. Dixwazin me teva ji bo xwe bikin kole û ew jî bibin efendî. Sedema derxistina herba Sûrî jî eve. Sedema herba li Menbic, li Raqqayê, li Fellûce û li Iraqê jî eve. Lewra ev çeteyî sîyonîst dibêje ji Nîlê heta Firatê tev malê bavêwa ye. Ji ber vê yeke ez dibêjin hûn baş guhdarî bikin. Hêdî hêdî tên. Çav xistine pêşeroja zarokên me. Me hikumet hişyar kir, lê belê li me guhdarî nekir. Mixabin gavên li Sûrî bûn sedema teqandina sîlehan hatin avêtin. Çi bû kê qezenc kir? Ji ber vê yekê me got, ‘îhtîyacê Tirkîye bi HUDA PARê heye’.

“Emê mesela Kurd di şeş mehan de çareser bikin”

Yavûz, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ew dikarin mesela Kurd di nava şeş mehan de çareser bikin û ji bo vê yekê bazara Riyayê mazareke zaf erzane û wiha got: “Dibêjin mesela Kurd heye. Ev mesela Kurd çîye. Ev mesele ji meseleyek wek herêmî derketîye û bûye meseleyek nevneteweyî. Ev çîye, çima ket vî halî? Binerin ev ji bê ferasetî û bê basîretîyê ye. Emê vê meselê di nava 6 meha de çareser bikin. Emê çawa çareser bikin? Ev zaf hêsane, min berya niha jî got. Çareserîya vê meselê bazara Rihayê ye. Çima hûn Emerîka Fransa, îsraîl û Îngîltere dixin nav vê meselê? Wekî me got çareserî bazara erzanîyê ya Rihayê ye. Li bazara erzanîyê ya Rihayê ev bi sedsalaye esnafên me bi çar zimana diaxivin. Bi miştirîyê xwe re bi Tikî, Kurdî, Erebî û Zazakî diaxivin. Ji bo Xwedê çima hûn bi pîvanên Kopenhag zemanê vî miletî xerc dikin? Ji ber tîcaretê Rihayê mesele çareser kirîye. Bigrin vê modelê di sîyasetê de heman tiştî bikin bila ev mesela çareser bibe.”

“Tu tiştekî ji jiyana Însan bi qîmettir tuneye”

Yavûz, bibîr xist ku ji bo heyama hilbijartinê dinava aramî û hizûrê de derbas bibe wan ji temamê partîyan randevû teleb kirîye û wiha got: “Binerin HUDA PARê ji bo temamê partîyên dikarin têkevin hilbijartinê randevû teleb kir. Hûn dizanin ji bo çi? Ji bo bûyerên wek yên li Surucê neqewime, ji bo xwîn neherike. Ma we ji vana jî teleb kir? Belê me ji teva teleb kir ji bo xwîn neherike. Belê di sîyaseta HUDA PARê de ji jiyana însan bi qîmettir tu tiştek tineye. Tenê armanc û hedefa HUDA PARê ewe ku bila xwîn neherike û ji herikandina xwînê re bibe asteng.”

ÎLKHA









































HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler