Yekemîn bernameya Wîladeta Pîroz a îsal hat lidarxistin

Yekemîn bernameya Wîladeta Pîroz a îsal hat lidarxistin

Li Gundê Dêrindiba girêdayê navçeya Gercewsê ji teref Platforama Evîndarên Pêxember ve yekemîn bernameya Wîladeta Pîroz a îsal hat lidarxistin.

Ji teref Koy-Dera endamê Platforama Evîndarên Pêxember ve li Gundê Dêrindiba girêdayê navçeya Gercewsê yekemîn bernameya Wîladeta Pîroz a sala 2017an hat lidarxistin.

Bernameya Wîladeta Pîroz a bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (sav)”  di qada gund  de hat lidarxistin.

Bername bi tîlaweta Qurana Pîroz dest pê kir û dûvre Fasîh Memîşê endamê Îttîhad’ul Ulema ye di derbarê jiyana Hz Muhammed de axivî. Memîş bal kişand ser heq û edaleta Hz Muhammed (sav).

Memîş diyar kir ku Xwedê Teala di Qurana Pîroz de Hz Muhammed ji bo însanan wek mînaka herî baş diwesfîne. Dûvre Memîş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Jiyana Hz Muhammed (sav) ji bo her kesan model û mînakeke baş e. Lewra jiyana Wî (as) ji exlaqê xweş, edalet, hestên esîl û weset dagirtî ye û mirov ji xerabiyê xelas dike. Ji bo her însanê medel û nimûne ye.”

“Neheqî û bêedaletî ji bêaramî û anarşiyê re zemîn amade dike”

Memîş bal kişand ku Hz Muhammed (as) rêberê heq û edaletê ye. Dûvre Memîş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îslam û Pêxemberê Îslamê herî zêde li ser mijara heq û edaletê sekinîne û vê parastine. Edalet, him di civak û hîm jî bo têkiliyên ferdî de bingeha rêbazên exlaqî ye. Bi vê hizûra civakê û vesazkirina edaletê li ser piyan disekine. Hişmendiyeke ya ku haydarê heq û edaletê ye dibe wesîla jiyaneke azad û ewledar. Neheqî û bêedaletî jî ji bêaramî û anarşiyê re zemîn amade dike.”

Memîş di domahiya axavtina xwe de wiha diyar kir: “Pêxemberê me li bawerî û irqê mêze nedikir û adilane muamele dikir û vê yekê jî çavkaniya civakê didît. Pêxemberê me (as) tevahiya umrê xwe ji bo ku heq û edaletê hakim bike micadele kiriye. Di nabeyna Misliman û yên Misliman nebûn de adilane hereket kiriye.” (ÎLKHA)
























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.