Yekîtîya Ereban: Qerara ku Trump daxuyandiye bêhukm e

Yekîtîya Ereban: Qerara ku Trump daxuyandiye bêhukm e

Di encama Civîna Qudsê ya Derasayî ya Wezaretên Karên Derve ya Yekîtîya Ereban a ku li Qahîreya Misrê hat tertîpkirin de hat destnîşankirinqerara Amerîka ya ku Qudsê wek paytexta sîyonîstan naskiriye “bêhukm” e

Ji ber teleba Fîlîstîn û Urdunê li Qahîreya Misrê Civîna Qudsê ya Derasayî ya Wezaretên Karên Derve ya Yekîtîya Ereban hat tertîpkirin. Di encama civînê de danezanek hat weşandin. Di danezana ku hat weşandin de hat destnîşankirin  qerara naskirina Qudsê ya wek paytexta sîyonîstan a ku ji teref Serokê Amerîka Donald Trump ve hat ragihandin “bêhukm e.”

Di berdewama danezana ku wek  16 maddeyan hat weşandin de wisa hat ragihandin:

“Ew qerara ku Serokê Amerîka Donald Trump ragihand bêhukm e û îhlalkirineke xetere ya qerarên NYyê û qerarên  navneteweyî ye. Birêveberîya Washisngtonê li teref îsraîlê cî girtiye û erka xwe ya navbeynkarîyê azil kiriye û hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye û ev rewşeke bi xetere ye.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler