Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO Ebrar ji Arakaniyan re alîkariyê kirtasiyê kir

Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO Ebrar ji Arakaniyan re alîkariyê kirtasiyê kir

Saziyên Alîkariya Însanî yên Navneteweyî Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO Ebrar piştî alîkariyên mîna erzaq, xwarin, kon û tenduristiyê yên ku ji Arakaniyan re kir re vêcar jî ji wan re alîkariya kirtasiyê kir.

Alîkariyên ku bo Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşeta çeteyên Bûdist û artêşa Myanmerê reviyan û xwe spartin Bangledeşê bênavber berdewam dikin. Saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî Yetîm-Dera Ewrûpaya ku navenda wê Almanya ye û IHO Ebrara ku navenda wê Hollanda ye piştî alîkariyên mîna erzaq, xwarin, kon û tenduristiyê yên ku ji Arakaniyan re kir re vêcar jî ji zarokên Arakanî yên ku di temena xwendinê de ne  re alîkariya kirtasiyê kir.

Amûrên kirtasiyê yên mîna çanta, defter, kitêb, qalem, jêbir û tiştên mîna van ên ku ji teref xêrxwazan ve hatine bexşandin  ji xwendevanên Arakaniyan re hatin gihaştandin. Ji ber alîkariyên ku hatin kirin xwendekarên Arakanî kêfxweş bûn û parîkek be jî rûyên wan keniya.

Cahît Ataş û Sedat AKtaşên ku dildarên Yetîm-Dera Ewrûpayê ne derbarê mijarê de diyar kirin ew ê xebatên wan ên alîkariyê bo Mislimanên Arakanî berdewam bikin.

Arîkarê Serokê IHO Ebrarê Zulkuf Bîldîrîcî jî derbarê mijarê de diyar kir ji ber alîkariya ku hatiye kirin him xwendevan kêfxweş bûne û him jî ew ji ber vê kirina alîkariyê kêfxweş in; her wiha ew alîkariyên ku xêrxwaz ji wan re bexşandine bi şikleke bêmîşkîle gihaştine Mislimanên Arakanî.

Herjmara Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û hovîtiya çeteyên  Bûdîst û artêşa Myanmarê war û wargehên xwe terk kirine û xwe spartine kamoên Balokalî û Kutupalonga li Bangledeşê derket li ser 600 hezaran.(ÎLKHA)


































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.