Yetim Dera Ewrûpa ji bo Araqanîyan nêzî 100 bîrên avê vekir

Yetim Dera Ewrûpa ji bo Araqanîyan nêzî 100 bîrên avê vekir

Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm Dera Ewrûpa Huseyîn Ateş destnîşan kir ku wan ji bo Mislumanên Araqanî yên ku li Bangladeşê bûne penaber nêzikî 100 bîrên avê vekirine.

Yetîm Dera Ewrûpa ya ku bi xizmetên alîkariya navneteweyî tê naskirin li bajarê Innsbrucka Avûstûralyayê bernameyek derbarê faliyetên ku hatine kirin de li dar xist. Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm Dera Ewrûpa Huseyîn Ateş di bernameyê de axifî û derbarê alîkariyên ku li tên kirin  de agahî da.

Bername li Mizgefta Saîd-î Nûrsî ya li bajarê Innsbruckê hat lidarxistin. Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm Dera Ewrûpa Ateş, beşdarî bernameyê bû û derbarê alîkariyên ku li Ewrûpa, Afrîqa û li Asyayayê hatine kirin de agahî da û bahsa faliyetên alîkariyê kir.

Ateş behsa xatirayeke ku ew di dema alîkariyan de jê re  bûbû şahid kir û wiha got: “Di cejnê de em çûn malekê, di wê malê de xaltiyeke îxtiyar dijiya. Dema em çûn şekir dirêjî me kir, me jî qebûl kir. Dawiyê xaltî got mala Xwedê ava be, elhemdûlîllah bi perê min ê dawiyê jî min ev şekir kirî, lê belê di nava rojê de kes nehat mala min û ez pir xemgîn bûm, min got qey kes nayê mala min, feqet hûn hatin û we ez pir kêfxweş kirim û ez dilşad bûm.”    

Ateş îfade kir ku wan di cejnê de malbatên feqîr û mixtac ziyaret kirine û bi alîkariya kesên xêrxwaz wan pêdiviyê feqîran dabin kirine, bi vî awayî ew him silavên malbatên feqîr ji kesên xêrxwaz re û him jî yên xêrxwazan ji malbatên feqîr û mixtac re ragihandine.    

Ateş diyar kir ku ew wek Yetîm-Dera Ewrûpayê  alîkariyên ku dikin, qeyd dikin û ew vê qeydê, ji xêrxwazên ku dixwazin lê temaşe bikin bi wan didin temaşekirin û dû re axaftina xwe wiha domand: “Gelekê însanan baweriya xwe bi organîzasyonên alîkariyê nayênin, mixabin sedemên vê yekê jî hin kes van organîzasyonan suîîstîmal dikin. Ji ber em ji van tiştan haydar bûn û ji bo di aqilê kesên xêrxwaz de şik û şuphe nemîne, em wan alîkariyên ku em dikin, qeyd dikin û nîşanî kesên ku dixwazin didin.”   

Huseyîn Ateş destnîşan kir ew bi xwe ji wan zilmên ku li Araqanê tên kirin re bûye şahid û digel ku ev zilma li wê derê ji saziyên çepenîyê re dişênin jî tu kesî nehanî rojevê. Ateş dû re wisa dewam kir: “ Însanên li Araqanê ji ber zilmê direvin û dixwazin herin Bangladeşê, lê belê dema bi gemiyan dixwazin herin Bangladeşê berya bighêjinê, pirê wan di rê de difetisin. Kesên digêjinê jî piştî ku qeyda wan li Bangledeşê tê kirin re tên şandin kampên penaberan û li wir tên bicîhkirin. Ji xwe Bangladeş berê dewletek feqîr e, ji ber vê yekê pirê zarokan ji birçînan dimrin.”

Ateş, derbarê alîkariyan de agahî da û got: “Li Bangladeşê bi xêra kesên xêrxwaz nêzîkî 100 bîrên ava vekirine û ji xeynî vananem  alîkariya xwarina germ, cil û bergan û alîkariya qirtasiyê dikin.”

Di bernameyê de danîşanek sînevîzyona ya di warê alîkariyên Yetîm-Dera Ewrûpa de jî hat kirin.

Ateş ji bo alîkariyên cemaeta Mizgefta Saîd-î Nûrsî malavahiya xwe anî ziman û li ser navê Camiyê ji teref Yetîm Dera Ewrûpa ve ji temsîlkarên Innsbruckê, Samed Sertkaya û Îsmaîl Gökkaya re plaket hat dayîn.

Ateş di dawiya bernameyê de Cemaeta Mizgefta Saîd-î Nûrsî dawetî bernameya bi navê “Piştevaniya Şeva Yetîman” ya ku wê di 24.12.2017an de li bajarê Wiesbadenê yê Elmanya yê bê tertîpkirin  kir. (ÎLKHA)    


























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.