Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-EBRAR ji Mislimanên Arakanî re alîkariya konan kir

Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-EBRAR ji Mislimanên Arakanî re alîkariya konan kir

Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne ji wan Mislimanên Arakanî re alîkariya konan kirin.

Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne  ji wan Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û êrîşên hovane û wehşiyane yên artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîstan reviyane re alîkariya xwe didomînin. Her du sazî vêcar ji Mislimanan re alîkariya konan kirin.

Weke ku tê zanîn ev demek dirêj e artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst êrîş dibin li ser gundên Mislimanan. Di van êrîşên hovane û wehşiyane de bi hezaran Misliman hatin şehîdkirin û bi sedhezaran Misliman jî war û welatên xwe ji naçarî terk kirin. Li gor agahiyên herî dawî hejmara Mislimanên Arakanî yên ku ji ber êrîş û zilma çeteyên Bûdîst û artêşa Mynamarê reviyane û xwe spartina kampên penaberan ên li Bangledeşê  500 hezaran derbas kiriye.

Ji bo Mislimanên Arakanî yên ku ku xwe spartine kampên Co’x Bazarê ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne   ve ev demek dirêj e alîkariyên mîna cil û berg, xwarin û vexwarinê dihat kirin. Ev her du saziyên alîkariyê vêcarî jî ji Mislimanan re alîkariya konan kirin.

Mislimanên Arakanî yên ku ji wan re alîkarî hat kirin pir kêfxweş bûn û rûyên wan keniya.

Temsîlkarên Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê diyar kirin projeyên wan ên danîna konan berdewam dike. Arîkarê Serokê IHO-EBRARê Zulkuf Bîldîrîcî jî derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku ew Mislimanên Arakanî di van konên ku hatine şandin de bi cî dikin gelekî bextewar in.(ÎLKHA)




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler