Yetîm-Dera Ewrûpa wê di Eyda Qurbanê de biçe coxrafyaya Afrîkayê

Yetîm-Dera Ewrûpa wê di Eyda Qurbanê de biçe coxrafyaya Afrîkayê

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku wê di Eyda Qurbanê de him li Tirkîyê him jî li gelek welatên din qurbanan serjêbike bernameya xwe ya Eyda Qurbanê daxuyand.

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku bi wesîleya kesên xêrxwaz ên ku li Ewrûpayê dijîn alîkarîya kesên êtîm û mexdûran dike bernameya xwe ya Eyda Qurbanê eşkere kir.

Di derbarê alîkarîyên ku wê li Tirkîye û li çar alîyê cîhanê bên kirin de Arîkarê Serokê Giştî ya Yetîm Dera Ewrûpa wiha axivî: “Xwedê nesîb bike em ê roja yekşemê wek Yetîm-Derê li Filîstînê bin da ku alîkarîya êtîm û mexdûran bikin.Roja duşemê jî em ê li Mûşê bin. Xwedê nesîb bike em ê di çarçoveya alîkarîya cilan de li Mêrsîn, Mûş û Sêrtê jî ji zarokên êtîm re alîkarîya cilan bikin.”

Ateş di derbarê mijarê de beşdarî weşana zindî ya Rehber Tvyê bû di derbarê mijarê de wiha axivî: “Xwedê nesîb bike roj sêşemê di seat 20.30an de ew ê Yetîm Dera Ewrûpa li televizyona Rehber Tvyê  bibe mijara bernameya Kerwana Umûdê. Înşaallah em ê jî li wê derê hazir bin. Kesên xêrxwaz dikarin bi wesîleya telefonan alîkarîyên xwe bigihîjînin me.Her wiha heger Xwedê nesîb bike em ê roja çarşemê jî biçin Ugandayê.Em ê digel Kerwana Umûdê li wê derê xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin.”

Ateş di dawîya axavtina xwe de wiha ragihand: “Em ê di çarçoveya Eyda Qurbana îsal de li Tirkîye,Asya,Afrîka, Filîstîn û li Balkanan wan qurbanên ku ji teref kesên xêrxwaz ve hatine hîbekirin em ê ji kesên ku îxtîyaca wan hene re belav bikin.Xwedê Teala ji wan kesên xêrxwaz û ji kesên ku van alîkarîyan belav dikin razî be.(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.