1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. SRİ LANKA

  4. Yetîm-Dera Ewrûpayê li Srî Lankayê xwarina fitarê da telebeyan
Yetîm-Dera Ewrûpayê li Srî Lankayê xwarina fitarê da telebeyan

Yetîm-Dera Ewrûpayê li Srî Lankayê xwarina fitarê da telebeyan

NAVENDA NÛÇEYAN - Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navteweyî ye li bajêra Trincomaleeya Srî Lankayê xwarina fitarê da telebeyan û xelkê mexdûr.

A+A-

Yetîm-Dera Ewrûpayê ji ber minasebeta Remezanê bênavber xebatên xwe yên alîkariyê didomîne.

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navteweyî ye piştî lêhiya ku li Srî Lanka rabûbû re destên alîkariyê ji xelkê heremê re dirêj kiribû. Yetîm-Der vêcar jî  li bajêra Trincomaleeya Srî Lankayê  xwarina fitarê da telebeyan û xelkê mexdûr.Xwarina fitarê li Mizgefta Rahman hat dayîn.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê di derbarê mijarê de diyar kir ev alîkarî bi wesîleya kesên xêrxwaz tên kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qampanyaya me ya fitarê ya ku  di vê çarçovê de ji bona kesên êtîm û mexdûr hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.Ji ber vê yekê em ji kesên xêrxwaz alîkariyê teleb dikin.”(ÎLKHA)

 

Bu haber toplam 821 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.