YNKê ji ber teqandina borîya petrolê PKKê şermezar kir

YNKê ji ber teqandina borîya petrolê PKKê şermezar kir

Hat ragihandin ku PKKê duh êrîş li borîyê petrolê kir. Ji ber vê êrîşê Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê ev êrîşa PKKê şermezar kir.

Li gor xebera Rûdawê berdevkê YNKê Îmad Ehmed vê êrîşa PKKê şermezar kir û di derbarê teqandina borîya petrolê de wiha ragihand: “ Li gor me ev kar nerast e. Lewra ev êrîşa ku  hatiye kirin li dijî nanê Kurdistanê hatiye kirin.”

Hat ragihandin ku Ehmed di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Divê nane gel, debara gel nebe mijara nakokî û şer. Ji ber vê yekê divê êrîşa li dijî nanê gel û êrîşa li dijî çavkanîyên binerdê yên Kurdistanê cardin dubare nebe.”
 

Ji bilî berdevkê YNKê her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev êrîşa ku li borîya petrole hatiye kirin şermezar kir.

Wek ku tê zanîn 29ê tîrmehê borîya petrolê ya nevbera Herema Kurdistanê û Tirkîyê ya li nêzîkî bajarê Cizîrê ji alîyê PKKê ve hatibû teqandin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.