Zaroka ku wesayîta bi zirx lê qelibî jiyana xwe ji dest da
Zaroka 6 salî ya ku li Sêrtê wesayîta bi zirx a polêsan lê qelibî jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin li Kolana Aydinlara Sêrtê wesayîta bi zirx a polêsan li zaroka 6 salî ya bi navê Felek Batur qelibî, di encama lêqelibînê de Batur jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin doh wesayîta bi zirx a polêsan a ku li ser kolana Aydinlarê dewriye digeriya li zaroka bi navê Felek Batur a ku dikir derbasî wî aliyê rê bibe qelibî, di encama lêqlibînê de Felek Batura 6 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Her weke ku tê zanîn di nav vê saleke dawî de li Kerboran, Silopî, Wan, Sêrt, Diyarbekir, Stenbol, Şirnex û cihên hwd ji ber wesayîtên bi zirx tev de 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.