Zarokê ku di qetlîama Helepçe de winda bûbû piştî 31 salan malbata xwe dît

Zarokê ku di qetlîama Helepçe de winda bûbû piştî 31 salan malbata xwe dît

Zarokê Helepçeyî yê ku piştî qetlîama Helepçe ji bo tedawîkirinê hatibûn birin Îranê û dû re tu xeber ji malbat û nasên wî nehat girtin piştî 31 salan malbata xwe dît.

Xelîl Salih Muhammed di qetlîama Helepçe de ji ber tesîra kîmyasalên ku hat avêtin bi jehrê ket, ji bo baş bibe ew birin Îranê da ku bê tedawîkirin. Muhammedê ku ji bo dermankirinê hat birin Îranê piştî dermankirinê malbat û nasên wî nehatin dîtin ku ji ber vê yekê ji teref malbateke Îranî ve lê xwedîtî hat kirin û hat mezinkirin. Di encama lêkolînên ku hatin kirin Muhammed piştî 31 salan malbata xwe dît.

Muhammedê ku di qetlîama Helepçe de winda bû bi merasîma ku bi beşdarbûna temsîlkarên Wezaretên Karên Derve yên Îran û Iraqê û bi beşdarbûna heyeta Kurdistana Iraqê malbata xwe nas kir.

Dayika dil bikûl a ku 31 salan lawê xwe nedîtibû ji ber ku ew dît gelekî kêfxweş bû. Dayik diyar kir ji bo ku karibe ew lawê xwe peyda bike du caran çûye Tahranê; lê belê ew nedîtîye.

Dayik ji malbata ku 31 salan li lawê wê re xwedîtî kiriye re teşekur kir.

Hat ragihandin Muhammedê Helepçeyî ew ê di naveyna çend rojan de digel malbata xwe vegere Helepçe.

 “9 zarokên din jî hatine dîtin û niha em bendewar in ku encamên tesrên DNAyê diyar bibin”

Serokê Komeleya Qurbanîyên Qetlîama Helepçe Lokman Abdulqadir  di daxuyanîya ku da NRTyê de derbarê mijarê de weha axivî: “Ev zarokê ku hat dîtin di qetlîama Helepçe de birîndar bûbû û ji bo dermankirinê hatibû birin Îranê. Ji ber ku piştî dermankirinê malbata wî nehat dîtin, malbateke Qumî lê xwedî derketibû. Navê lawikê ku hat dîtin li Îranê Muhammed Emîn bû. Lê navê wî yê rastî Xelîl Salih Muhammed e. 9 zarokên din jî hatine dîtin û niha em bendewar in ku encamên tesrên DNAyê diyar bibin. Ji ber ku di dosyayan de îhmalkarî hebû, zarokên ku li Helepçê winda bûbûn nehatin dîtin. Ji ber vê yekê kar di wextê wê de nayên kirin û ew kesên ku hatine dîtin jî bendewar in ku encamên DNAyê bên daxuyandin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler