Zarokê winbûyî wek mirî hat dîtin
Li navçeya Midcyada Mêrdînê zarokê 11 salî yê ku çend roj berê winda bibû di nav bîra avê de wek mirî hat dîtin.
Li Taxa Mikrê ya girêdayê navçeya Midcyada Mêrdînê zarokê 11 salî yê ku 4 roj berê winda bibû di nav bîra avê 7a ku kûraya wê 7 mêtre ye de wek mirî hatiye dîtin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin li Taxa Mikrê ya girêdayê navçeya Midcyada Mêrdînê Bîlal Aktekînê 11 salî 4 roj ber piştî ku çû dibistanê êdî venegera malê. Digel lêgerînan Aktekîn nehat dîtin.
Hat ragihandin ku Bîlal Aktekîn di encama xebatên roja çaremîn de di nav bîra avê de wek mirî hat dîtin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.