Zarokên Sûriyeyî digel trawmaya ku dijîn dîsa jî ji dahatûyê hêvîdar in

Zarokên Sûriyeyî digel trawmaya ku dijîn dîsa jî ji dahatûyê hêvîdar in

Xwendekarên penaber ên Sûriyeyî yên ku li Diyarbekirê di mektebên demborî de hewil didin perwerdehiya xwe bidomînin digel trawmaya ku dijîn dîsa ji dahatûyê hêvîdar in.

Zarokên penaber ên ku digel malbatên xwe ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê reviyane û hatine li Diyarbekirê bi cî bûne di wan dersgehên demborî yên ku li mektebên bi navê Dibistana Navîn a Bagcilarê ya Îmam Xatîban û  Dibistana Navîn a Namik Kemal a Îmam Xatîban hatine vekirin de digel temamê şert û mercên neyînî yên  ku niha di nav de ne û li pey xwe hiştine hewil didin didin perwerdehiyên xwe bidomînin û ew bi çavekî erênî li dahatûyê dinihêrin.

Di mektebên bi navê Dibistana Navîn a Bagcilarê ya Îmam Xatîban û  Dibistana Navîn a Namik Kemal a Îmam Xatîban bo penaberên Sûriyeyî ders tên dayîn. Di van her du mekteban de tev de 800 telebe di bin çavdêriya 60 mamosteyên ku 45ên wan Sûriyeyî ne de perwerdehiyê dibînin. Zarokên ku di mekteban de bi zimanê xwe dersê distînin zimanê Tirkî jî jhîn dibin.

Tuncay Yerlîkayayê ku Midûrê Mekteba Perwerdehiya Demborî yê Baglarê ye derheqê rewşa perwerdehiya zarokên Sûriyeyî de agahiyan da. Yerlîkaya di daxuyaniya ku da de destnîşan kir  zarokên Sûriyeyî di bin şert û mercên giran de hewil didin bijîn.

Yerlîkaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir rayedar girîngiyê didin perwerdehiya zarokên Sûriyeyî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li Mekteba Navîn a Bagcilarê ya Îmam Xatîban bo Sûriyeyiyan desr bi dayîna dersê hat kirin . Bo me tevakan serê xêrê be. Li vê derê ji dibistana mader heta lîse 4an ders tê dayîn. Me bi saya Midûrê Perwerdehiya Neteweyî problema serwîsan jî çareser kir. Niha zarokên Sûriyê li kû dera Diyarbekirê dibin bila bibin bi serwîsan tê mekteba xwe. Di mekteban de tev de 800 telebe di bin çavdêriya 60 mamosteyên ku 45ên wan Sûriyeyî ne de perwerdehiyê dibînin.

Mamosteyê bi navê Îbrahîm Yasîr ê ku berî vê 4 salan ji welatê xwe hat Diyarbekirê  derheqê mijarê de diyar kir li mektebê dersên mîna Erebî, Îngilîzî, Tirkî, Cografya, Matematîk, Fîzîk, Kîmyayê tên dayîn.

Her wisa xwendekarên Sûrî yên bi navê Leyla Muhammed û Esma Îbrahîm jî derheqê mijarê de diyar kirin ew ji ber şerê navxweyî ya li welatê xwe hatine vê derê û ew gelek zêde beriya welatê xwe kirine.

ÎLKHA





































HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler