Zehmet e ku Amerîka û Ewrûpa di warê Îranê de li hev bikin
Wezîrê Karên Derve yê Almanya Maasa ku bi Pompeo re hevdîtin kir destnîşan kir di warê Îranê de nêrînên wan û yên Amerîka ne wek hev in û di vî warî de lihevkirina me bi zehmet e.
Heîko Maasê Wezîrê Karên Derve yê Almanya û Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mîke Pompeo hevdîtin kirin. Maasê ku piştî hevdîtinê nirxandinan kir destnîşan kir di warê Îranê de nêrînên wan û yên Amerîka ne wek hev in û zehmet xuya dike ku di vî warî de Amerîka û Ewrûpa li hev bike.
Trump di 8ê Gûlanê de bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû ku ew wek Amerîka ji peymana nukleer vekişîyane.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.