Zîna serbest û zewac jî qedexe ye

Zîna serbest û zewac jî qedexe ye

Mahî Nûr Bîlmeza ku diyar kir ji ber ku ew di emrê ciwan de zewicîne zilamê wê bi sûcê “îstîsmara zayendî” hatiye sûcdarkirin û hatiye girtin destnîşan kir “Zîna serbest û zewac jî qedexe ye.”

Mexdûrîyeta malbatên ku bi qanûna hatiye derxistin malbata wan hatiye hilweşandin hêj berdewam dike. Bi qanûna hejmara 6284 a ku hat derxistin mala gelek malbatên ku di emrê ciwan de zewicîn hat xerakirin. Alî Îhsan Bîlmez jî yek ji wan mexdûrên vê qanûnê ye. Alî Îhsan Bîlmez û Mahî Nûr Bîlmez ji ber ku di emrê ciwan de zewicîn bi qanûna ku hat derxistin derbarê wan de doz vekirin û ji Alî Îhsan Bîlmez re ji sûca “îstîsmara zayendî” cezaya hepsê hat dayîn.

Mahî Nûr Bîlmeza ku ji zilamê wê re ceza hatiye dayîn derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û diyar kir “Zîna serbest e û zewac jî qedexe ye.”

 “Zîna serbest û zewac jî qedexe ye”

Mahî Nûr Xanim di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de derbarê mijarê de wiha axivî: “ Berî vê 8 salan ez bi  Alî Îhsan Bîlmez re zewicîm. Dema ku ez zewicîm 15 û zilamê min jî 17 salî bû. 7 sal û nîv ceza dan zilamê min û ev bû 2 sal û nîv ku di girtîgehê de ye. Niha zîna serbest e û zewac jî qedexe ye.  Em dibînin ku wezîrên me li wan kesên ku bêyî nîqahê bi hev re dijîn xwedî derdikevin. Ev bû 2 sal ku ez bi tena serê xwe dijîm. Ev bû 2 sal ku ez bang li Wezîra Malbatê û Wezîrê Edaletê û li temamê sazîyên derbarê jinan de dikim; lê belê tu kes xwedîtî li me nekir. Gelo ew dijberê nîqahê ne yan na ji berawajîkirinên raya giştî bawer dikin, ez nizanim.”

 “Ev bû 2 sal ez derî bi derî digerim”

Mahî Nûr Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew pir zêde perîşan bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev bû 2 sal ez ji wê derê ji vê derê pereyan berhev dikim û diçim Stenbol, Enqere û Îzmîrê. Her tim bersiva ku didim min ‘em li ser mijarê dixebitin.’ Derîyek ku nema ku ez neçûm berê. Madem li ser mijarê dixebitin çima bi vî awayî ji me re astengîyan derdixin. Derdikevin televîzyonan û dibêjin ew ê di demeke nêz de ev mesele bê çareserkirin. Lê ev bû 2-3 sal hêj mesele wisa ye.”

“Di holê de ye ev qanûn me naparêzin”

Bîlmez di dawîya axavtina xwe de diyar kir di holê de ye ev qanûn me naparêzin û dû re wiha li dawî li axavtina xwe anî: “ Di holê de ye ku ev qanûn me naparêzin. Bi vê qanûnê jin bê parastin û zarok jî bêbav man. Ji bo Xwedê êdî dengê me bibihîzin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.