2 fermandarên Iraqî di operasyona ku ji teref Tirkîyê ve hat lidarxistin de mirin

2 fermandarên Iraqî di operasyona ku ji teref Tirkîyê ve hat lidarxistin de mirin

Balafirênşerên Tirkîyê wesayîta ku aîdî yekîneyên sînor a artêşa Iraqê bû hedef girtin, di encama bûyera ku pêk hat de 2 fermandarên Iraqî mirin.

Midûrê Nahîyeya Sîdekan girêdayê navçeya Soran Îhsan Çelebî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Çelebî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir wesayîta ku ji teref Tirkîyê ve hat hedefgirtin aîdî artêşa Iraqê bû û di encama bûyerên de 2 fermandarên Iraqê yên bi navê Zubeyr Xalî û Muhammed Reşîd canê xwe ji dest dan.

Tê diyarkirin her 2 fermandarên ku hatin kuştin diçûn li ser sînor da ku bi PKKyîyan re hevdîtinê bikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.