Armanca me peydakirina asayîş û aramîya Kurdistanê ye

Armanca me peydakirina asayîş û aramîya Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir: “Armanca me parastina sînorên Herêma Kurdistanê û peydakirina asayîş û aramîya Kurdistanê ye."

Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê derheqê projeyên ku dê ji teref hikûmetê ve di 100 rojan de bê kirin de daxuyanî da. Barzanî di daxuyanîya xwe ya ku da de derheqê mijarên mîna bêrêtî, bac, ewlehî û pêwendîyên digel Baxdayê de nirxandinan kir.

Temamê daxuyanîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Bi nawê Xwedayê mezin û mîhreban

Hevwelatiyên xoşewîst ên Herêma Kurdistanê

Kêfxweş im ku îro piştî derbasbûna Sed rojan karkirin bi ser destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikumeta Herêma Kurdistanê, vê gotarê pêşkeşî we dikim.

Di roja sûndxwarina Kabîneya me li Parlemantoya Kurdistanê, min amaje bi wê yekê kir, ku me erkêk zehmet li xwe girtiye, lê me got, bi hêviya Xwedê û baweriya welatiyên me, dikarin bi ser wan sextiyan de serkevin û vê qonaxê derbas bikin. Kêfxweş im îro li vir rabighînim, bi baweriya me, me ev qonax baş birêve biriye û çawaniya karên me ketiye ser rêya rast û deskeftên berçav bidest hatin e.

Min berê jî behs kiriye, hikûmeta me divê, xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê bike. Em pêbendbûna xwe dûpat dikin, bo avakirina Kurdistaneke bihêztir û hikûmetek, ku xizmeta xelkê bike, ne berovajî. Ev jî, bingeha karkirina me ye, ji roja destbikarbûnê.

Em her tişt ku ji destê me were, bo xizmetkirina xelkê Herêma Kurdistanê dikin. Dizanim jî, xelkê me çaverêkirinek zêdetir ji Hikumeta Herêma Kurdistanê heye.

Lê bêguman encamdana projeyên girîng û stratejîk, pêwîstî bi demek zêdetir û derfetek baştir heye. Bi piştevaniya Xwedê û welatiyan, hêviya me gelek e, ku Hikumeta Herêma Kurdistanê di asta çaverêkirinên we de be.

Bêguman derbasbûna Sed rojan, tenê destpêkêk e. Lê, bi ser vê yekê de jî, di van sed rojên destpêkî de, me karên berçav kirine. Di çendîn warên girîng de, pêşkeftinên baş bidest xistine. Weke mînak, baştirkirina pêwendiyên me ligel Hikumeta Bexdayê, rûbirûbûna gendeliyê, herweha pêkanîna zelaliyê û piştrastkirineke zêdetir di war dahatên giştî û nawxweyî de û nehiştina rêjeyek berçava rûtînê. Dikarin bêjin, bi giştî hikûmet çalaktir û aktîvtir bû ye.

Dikarim bi piştrastî bêjim, niha Kurdistan bihêztir û seqamgîrtir e û Hikûmet jî, zelaltir e. Hêvîdar im, bi berdewambûn van plan û bernameyên, ku me dane pêşiya xwe, di çend salên pêş de, destkeftên gelek mezintir bidest bînin.

Welatiyên birêz,

Berî her tiştekî, her hikûmetek bixwaze xizmeta xelkê xwe bike, pêwîst e hikpmeteke ron û zelal be.

Di derbarê dahatên damûdezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di destpêka karê vê kabîneyê de, biryar bi komkirina giştî ya dahatan li Wezareta Darayî û Aborî hate dan, bi şêweyekî, ku bê zanîn dahata Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend e. Herweha xerciyên pêwîst jî, li pêş me zelal bin. Li ser vê bingehê, me plan ji bo zêdetirkirina dahatên navxweyî û kêmkirina xerciyên nepêwîst daniye. Ev nêzîkahî jî, paralelî berçavgirtina pêdawistiyên darayî yên wezaret û fermangehan hatin.

Heya niha, me kariye dahatên navxweyî zêde bikin û kar bo wê dikin, heya dawiya vê salê dahatên navxweyî ji sedî 50 zêde bikin. Ev jî, bi rêya rêxistinkirin û danîna sîstemeke hevseng a bacê, ku armanc jê berjewendiya giştî be û bikaribe dahat bo xizmetguzariya giştî dabîn bike.

Niha em mijûlî rêxistinkirina bacê ne li Herêma Kurdistanê. Encûmena Wezîran hemû ew rê dane ber xwe, ku bûne sedema hin kes û kompanî, bi şêweyek ne-yasayî ji bacê tên bexşîn.

Niha, li ser xerciyên hikûmetê jî, pêdaçûn tên kirin, û bi rêya damezrandina kontroleke navendî, çavdêriyek hûr li xerciyên giştî dikin ji bo ku hûn piştrast bin, ku dahatên giştî vala naçin, û xerciyên giştî jî li gor pêdawistiyan, dê werin dan.

Li ser xerciyên hikûmetê, em dîvdeçûnên zêdetir bo wan dikin û dixwazim hûn piştrast bin, ev xerc bi şêweyek durist û li gor berjewendiya giştî dê bên xerckirin. Her derbarê dahatên giştî yên hikûmetê, me proseyek zelal daye ber xwe. Bi taybetî di warê saman û çavkaniyên xwezayî de, ku em bi şêweyekî berdewam, data û zanyariyan li ser wan kom dilin. Niha hemû xelkê Kurdistanê dikarin bizanin, dahatên me yên neftê û dahatên me yên navxweyî çend in û di çi waran de tên xerc kirin.

Babetên pêwendîdar bi pirsa gendeliyê

Me derfeteke baş çêkiriye, ku tu caran gendelî geş û zêde nebe. Di vê mijarê de, ez gelekî rijd im û çavê xwe nagrim li ser gendeliya ti alî û kesekî.

Niha me ew cezayên yasayî yên pir dijwaz hazir kirine, ji bo wan kesên ku di dezgehên hikûmetê de ku bertîlan didin yan distînin.

Çendîn karmend û berpirsên hikûmî li ser bertîlwergirtin û çendîn karsaz, ji ber bertîldanê çûne pêşiya dadgehê.

Heya niha bi sedan fermanberên nerast ji lîsteyan hatine avêtin û ev prose berdewam dibe. Dixwazin hûn piştrast bin, mafên kesên hêjayî winda nabe û tenê ew kesên ku zêdegavî kirine, dê rêkarên pêwîst li hemberî bên kirin.

Di asta hemû wezaret û dezgehan de, gelek komîte bo dîvdeçûn û lêkolînê li ser gendeliyê hatine avakirin. Dê rêkarên tund beramber her serpêçî û gendeliyekê werin kirin.

Piştî sed rojan ji karkirina me, niha dikarim bibêjim, gendelî heta radeyeke berçav sînorek jê re hatiye danîn. Em bi rêya yasayê rûbirûyî hemû gendelkaran bûne. Herwiha di vê demê de jî, gelek hewl hatine dan, ku di rûbirûbûna gendeliyê de me sar bikin, lê ez xelkê Kurdistanê pişstrast dikim, ku emê bi hemû derfetên xwe berdewam bin li ser hewlên xwe ji bo nehiştina gendeliyê.

Di warê çaksaziyê (reform) deYekem xala bernameya me ya kar, ku me li Parlemantoya Kurdistanê pêşkeş kir, li ser çaksaziyê bû. Di destpêka karê vê kabîneyê de, me komîteyên bilind ji aliyê pêwendîdarên nav hikûmetê ava kirin. Piştî çend mehan û dîvdeçûn û lêkolîneke baş û bi rastî girêdayî projeyasaya çaksaziyê, niha ew projeyasa ji aliyê hikûmetê ve amade bûye ku biçe Parlementoya Kurdistanê, da ku ew jî bipejirînin.

Bo baştir û bileztir xizmetkirina welatiyan, min daxwaz ji hemû wezaretan kiriye, burokrasî bê kêmkirin û plana xwe ya çar salî ya çaksazîkirinê amade bikin. Me dest bi elektronîkirina çendîn xizmetguzariyên giştî kiriye. Em mijûl in ku datasenterek, ango navendek zanyariyan bo hikûmetê ava bikin, ku ji sedî 50 karê wê qediya ye û di çend mehên pêş de, dê dest bikar bibe. Ev navend bi awayek elektronî dê xizmetguzariyên giştî pêşkeşî welatiyan û karsazan bike, bi vî awayî dê bi hêsanî destên xelkê me bighê xizmetguzariyên hikûmî.

Wekî mînak, bi rêya internetê, çendîn derwazeyên me yên sînorî bi hevûdu ve bên girêdan û her niha jî, em berdewam in bi hewlên xwe yên girêdana derwazeyên sînorî û firokxaneyan bi vê sîstemê.

Vê yekê jî hêsankariyeke baş di warê komkirina dahatên gumrikê de peyda kiriye û di encam de tevgera bazirganî geş bûye û herweha bûye bingeha baştirbûna kiwalîtiya kontrolê.

Jibilî bi alektronîkirinê, me hewl daye xizmetguzariyên sereke, ku li navendên parêzgehan bûn, baştir rêk bixin. Wekî mînak, ji cihê xelk were navendên bajarên, wek Hewlêr û Silêmaniyê, ji bo ku pasaportan derbixin an jî nû bikin, niha me çendîn bingeh li bajarokan jî, girêdayî pasaportan ava kirine û dê zêdetir jî bikin. Bi vî awayî, dem û samana welatiyan bi vala naçe û qerebalixî li navendên xizmetguzariyan kêm dibin.

Herweha di mijara dewamkirina fermanberan de, guhertin çêbûye û niha fermanberên hikûmetê baştir ji caran pêbendî demjimêrên kar dibin û bi vî awayî karûbarê welatiyan bileztir û bi bandortir bûye.

Niha nêzîkahiya baş a welatiyan girêdayî van mijaran, digihe me, ku nemana rûtînê û mijûlbûna bi karê welatiyan li gelek damûdezgehan, cihê kêfxweşiyê bûye. Ev yek jî, me zêdetir hand dide, ku asta xizmetguzariyan ji aliyê demê û başbûnê de baştir bikin. Ji ber, ku razîbûn û kêfxweşiya welatiyan armanca me ye. Niha proseya gelek xizmetguzariyan wekî, pasaport, salname, karta ajotina otombîlan, dadnivîsî û karûbarên şaredariyan baştir encam didin. Bi xistina rû ya elektronîkirina xizmetguzariyan, dê encamên berhemdartir û baştir jî, pêk werin û dê kar hêsanîtir bibe.

Derbarê pêwendiyên ligel Hikûmeta Iraqê

Yek ji erkên pêşiya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bihêztirkrin û baştirkirina pêwendiyên me ligel Hikûmeta Federal a Iraqê ye. Piştî yekem civîna Encûmena Wezîran, me serdana Bexdayê kir. Bi vî awayî, me nêteke paqij a xwe ji bo rêkeftineke dadperwerane, di çarçoveya Destûrê Iraqê de, nîşanî Bexdayê kir. Baştirkirina pêwendiyan me ligel Bexdayê, bandoreke erênî li ser jiyana rojane ya xelkê Kurdistanê dike û di berjewendiya tevahiya welatiyên Iraqê de ye.

Armanca me ev e, rêkeftinek heralî û giştgîr ligel Hikûmeta Iraqê bikin, ku di berjewendiya me hemûyan de be. Kêfxweş im, ku bêjim, pêşkeftineke baş di pêwendiyên me de çêbûye û li ser çend mijaran danûstandinên me berdewam in.

Yekem: Peydakirina çareseriyeke dadperwerane bo mijara para Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê.

Duyem: Li gor Destûrê Iraqê, desthilat û mafên Herêma Kurdistanê yên taybet bi pirsa neft û gazê, parastî bin.

Sêyem: Pirsgirêka navçeyên veqetandî ji Herêma Kurdistanê, li gor Destûrê Iraqê çareser bibin.

Çarem: Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, beşek be ji sîstema bergiriyê ya Iraqê û mafên wan ên destûrî parastî bin.

Hikumeta Federal a Iraqê dilgiraniyên me wergirtiye û niha em yek bi yek danûstandinan li ser çareseriyan dikin. Wek mînak yekem car e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî di dariştina reşnivîsa budceya salane ya Iraqê de kir û pêngavên baş ligel Wezareta Darayî ya Iraqê bidest aniye, ew jî ji bo bidestxistina û cîgirkirina maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya 2020an de.

Niha beşek ji budceyê digihê me, nefta Kerkûkê jî, em bi hevbeşî dişînin derve. Siyaseta gumrikê jî, me wekhev kiriye. Bêguman çareserkirina pirsên mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di budceya federalî de, gelek alîkariya me dike bo encamdana projeyên zêdetir ku di berjewendiya Herêma Kurdistanê û tevayiya welatiyên Iraqê de be.

Em dixwazin welatiyên xwe yên xoşewîst piştrast bikin, ku em hemû hewlên xwe didin, ji bo ku em bighên rêkeftineke dadperwerane, ku mûçe û mafên darayî yên Kurdistanê bi mehane û bi temamî bighên û carek din mûçeyên welatiyan bi paşkeft nekeve.

Di warên cuda de, pêşveçûnên baş di pêwendiyên me ligel Bexda de çêbûne. Weke mînak, niha Wezareta Navxwe ya Iraqê hêsaniyê bo pêdana vîzayê bo hatina biyaniyan bo Herêma Kurdistanê dike. Ev yek bandoreke wisa mezin dike, ku weberhênerên biyanî bi hêsanî seredana Herêma Kurdistanê bikin. Me jî hêsankarî kirine bo welatiyên beşên din ên Iraqê, ku seredana herêmê dikin.

Derbarê rahênan û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge

Armanca herî pêşî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, parastina sînorên Herêma Kurdistanê û peydakirina asayîş û aramiya Kurdistanê ye. Lewma spasiya Pêşmergeyên qehreman û hêzên polîs û dezgehên asayişê dikim, bo ev rewşa aram û seqamgîr a li Herêma Kurdistan heye, ku bala civaka navdewletî dikşînin û dewlet pesnê wan didin.

Ez bi xwe sahidê qehremanî û mêrxasiya Pêşmerge me, ku çawa li çeperên pêşî yên berevaniya li axa Herêma Kurdistanê bûn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem rêzê li qehremanî û qurbanîdana Pêşmege digire û her hewlekê dide bo xizmeteke hêja bo Pêşmerge û malbatên şehîdên nemir bike.

Welatên hevpeymanan berdewam in bi perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge û dabînkirina kelûpelên pêwîst ji wan re. Di heyama sed rojên derbasbûyî de, bi hevkariya hêzên hevpeymanan, me dest bi proseya çaksaziyê li nava yekîneyên hêza Pêşmerge kiriye. Ji nêzîk ve ligel Serokatiya Herêmê Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Pêşmerge, li ser vê mijarê kar dikin.

 Derbarê girîngîpêdana bi weberhênanê

 Em niha mijûlî amadekirina yasayeke nû ne bi weberhênanê, ku ew yek di qonaxa dawiyê de ye, bi vê yekê jî zemînê bo weberhêneran xweştir û asantir dibe. Me stratejî û planeke taybet bo weberhênanê dariştiye, ku piştî demekê proseya weberhênanê li gor pêdawîstiyên Herêma Kurdistan be. Wek mînak di demekê de sektora şandîniyê yek ji sekroeên herî giring e, lê berê tenê ‪2% weberhênan li Herêma Kurdistan di wê sektorê de hatibû kirin. Pêwîst e encamdana projeyan di çarçoveya yasayê û li gor standard û mercên diyarkirî bin, ku her kesek wan mercan bicih neke, moleta karkirdinê jê tê stendin.

Gelek xelk hez dikin bêne Herêma Kurdistan weberhênanê bikin, ji ber wê em jî hêsankariyên pêwîst bo hatina weberhênerên biyanî dikin, di heman demê de jî, em hanî weberhênerên navxweş didin bo weberhênana zêdetir.

Heya niha gelek şirket û kompaniya û weberhênerên nû hatine Herêma Kurdistanê, ku koma weberhênanan nêzîk li nîv milyar Dolar dibe di hemû sektoran de. Em piştrast in jî ku gelek weberhênerên din dê bêne Herêma Kurdistanê.

Derbarê proseya kargirî û yasayên weberhênanê, em dixwazin girîngiyê bidin xizmetgûzariya eliktironî û sîstema yekpencereyî li ber çav bigirin, ji bo ku proseya weberhênanê bileztir bibe.

Di warê pêşxistina jêrxaneya aborî de, piştî demekê ji dîvdeçûnê û pêdaçûnê, di meha ‪10 ya îsal de me razîbûn li ser xerckira 617 miliyar dînaran daye bo encamdana sedan projeya xizmetgûzarî li tevayiya Herêmê Kurdistanê, ji wan jî bo pire û rê û bendav û dabînkira ava paqij û yekeyên nîşitecîbûnê bo welatiyên feqîr û dirustkirina fermangehên hikûmî. Pereyên ku amaje pê hatine dan, bi awayekî mehane û bi qistên cuda û li gor karîna darayî ya herêmê bo projeyan tên xerckirin.

Di çarçova wan projayan de jî, projeya yazdeh bendavan, herweha sê saylo li parêzgehên Duhok û Hewlêr û Silêmanî cihê amaje pêdanê ne, ji ber giringiyeke mezin bo asayişa av û asayişa xwarak di Herêmê de heye.

Herweha me xerciyên pêwîst bo dirustkirin û nûjenkirina çendîn nexweşxane û binkeyên tenduristî dabîn kirine. Bi nirxekî erzan jî, me bi sedan yekeyên nîşitecîbûnê li navçeyên cuda ên Herêmê bo welatiyên feqîr desteber kirine.

Her ji destpêka destbikarbûna hikûmetê jî, 33 miliyar Dînar me ji bo nûjenkirina rê û piran terxan kirine.

Welatiyên birêz:

Ligel encamdana çaksaziyan, pêwîst e em kar li ser geşkirina abûriya Herêma Kurdistanê jî bikin. Abûrî û dahatên me heya niha beşe mezin jê girêdayî ye bi pereyên petrolê. Bi şêweyekî mezin em pişta xwe bi firotina petrolê girê didin û sektorên din hatine piştguhkirin. Ji ber wê jî niha yek ji kar û erkên li pêşiya me ku ew e ku ew abûriya xwe berfireh bikin û jêderên dahat zêde bikin.

Nabe êdî tenê em pişta xwe bi yek jêdera dahatê girê bidin. Em dixwazin ji herêmêke bikarhêner bibin herêmêke berhemhêner.

Wek mînak derfeteke mezin heye bo weberhênanê di sektora çandiniyê de û ji bo ku em sûdê ji wê sektorê wer bigrin, ew jî wek yek ji jêderên sereke yên dahata Kurdistanê.

Herêma Kurdistanê dikare bibe çavkaniya xwarinê ji Iraq û navçeyê re. Di vî warî de derfeteke mezin heye ji bo geşepêdanê di sektora torîsmê de.

Herweha em dixwazin pişitgîriyê li sektora pîşesaziyê jî bikin û pêş bixin. Bo vê mebestê jî me kar li ser pêşxistin û bihêzkirina jêrxaneya Herêma Kurdistanê kiriye. Bi dirustkirin û çêkirina piran, rê, bendav û saylo û dîtina bazaran ji berhemên xwe re.

Wezareta Çandîniyê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Kurdistanê wek piştevsniyekê bo cotkarên Herêma Kurdistanê mijara vegerandina qerzên çandîniyê kirine proseyeke dirêj û hêsantir, ta ku guvaşa darayî li ser cotkaran dirust nebe.

Herweha plana me heye bo zêdekirina berhema genim li Herêma Kurdistanê. Me rênima û rêkarên pêwîst dane pêşiya xwe, bo parastina berhema navxweyî. Em kar dikin bo peydakirina derfeteke baş ku berhemên me yên navxweyî karibin hevrîkiyê bikin ligel berhemên biyanî.

Di sektor çandîniyê de, heya niha me razbîn li ser 30 projeyên çandîniyê daye, weberhênerên biyanî jî dibêjin ku ew dixwazin weberhênanê di warê çandîniyê de bikin. Di civîn û rûniştinên me de bi şandên welatan re, ez herdem tekeziyê li ser handana wan dikim ji bo ku weberhênanê di warê çandîniyê li Herêmê Kurdistanê bikin.

Welatiyên xweşewîst:

Yek ji armancên me yên sereke, ew e ku em pêşerojê ji xwe û neviyan xwe re ava bikin.

Niha em kar li ser encamdana gelek projeyan dikin bo avakirina jêrxaneyeke bihêz ji xelkê Kurdistanê re.

Dizanim bo xelkê me heya niha jî kehreba ango elekitrîk cihê dilgiranî û narezîbûnê ye, ku pêdawîstiyeke zor giring e bo welatiyan û xwediyên kar û şirketan jî. Ji ber wê em her hewlekê didin bo baştirkirina sektora kehrebê.

Niha zêdetir gaza Kurdistan bikar tînin bo berhemanîna kehrebê, bi vê yekê jî niha kêmtir pişt bi mazota derveyî tê girêdan, bi vî awayî jî salane nêzîkî yek miliyar dolar li mesrefa berhenanînê kêm dibe.

Berhemanîn, dabeşkirin û bikaranîna kehreba Herêmê, pêdaçûn tê de pêwîst e, Niha em mijûlî wan proseyan e û hewl didin kêmtirîn rêjeya kehrebê vala biçe. Bêgûman havkariya welatiyan di vî warî de pir bi bandor dibe û ji ber wê jî kompanî û navendên bazirganiyê û welatiyên me yên xweşewîst di vê erkê xwe li valaçûna kehrebê û vegerandina xerciyên bikaranîna kehrebê bigirin stûyê xwe.

Girêdayî bi rewşa perwerdê, ez agahdar im dibistanên me yên niştimanî ne di rewşeke baş de ne. Min serdana çend dibistanan kir û dizanim gelek pirsgirêk û giriftên wan hene û hejmareke mezin a xwendekaran di yek polê de dixwînin û rojane sê şeft, dewamê tê de dikin, ji ber wê jî bo kêmkirina wê bargiraniyê û baştirkirina rewşa dibistanan, me budceyeke taybet terxan kiriye bo dirustkirina dibistanên nû û nûjenkirdina wan dibistanan pêwîst e.

Di warê çaksaziyê di sektora perwerdeyê de jî, bi riya elîktironî, emê dibistan û xwendekar û mamosteyan bi hev re girê bidin, ji bo ku bi şêweyekî zelaltir, peywendiya wan bi hev re hebe.

Pêşeroja zarokên me bi xwendin û perwerdeyê ve girêdayî ye, ji ber wê jî em giringîyeke taybet pê didin. Hêviya me ji xwediyên kar û kompaniyayên navxweyî heye, ku hawkariya zêdetir di sektora perwerdeyê de bikin û di dirustkirina dibistanan de li hemû Herêma Kurdistanê beşdar bin.

Welatiyên birêz

Bo rêzgirtin li qurbanîdana Pêşmerge û malbatên şehîdên me, me razîbûm li ser xerckirina havkariyekê daye bo malbatên serbilind ên şehîdên şerê li dijî terorîstên DAIŞê. Herweha em berdewam dibin bi piştevanîkirina Pêşmergeyên me yên qehreman û hêzên asayş û malbatên serbilind ên şehîdan û birîndarên me.

Li gor karînan jî em havkariyên pêwîst pêşkeşî wan kesan dikin ku xwedî pêwîstiyên taybet in, yan ewên hewceyî çavdêriya civakî ne. Hikumeta Herêma Kurdistan niha piştevaniya darayî pêşkeşî bi dehan hezar xwedî pêwîstiyên taybet dike û di pêngav de jî, piştî pêdaçûnê, alîkariya darayî bo zêdetir ji diwazdeh hezar kesî din xwedî pêwîstiyên taybet vegerandine, kar jî dikin bo wê alîkariyê tenê xelkê hêja jê sûdmend bibin.

Welatiyên birêz

Her çende di sed rojên karê me de deskeftên baş bidest hatine. lê hîna gelek kar li pêş me maye. Heya niha dam û dezgehên Hikûmetê ne di asta daxwaza me de çalak û berhemdar in, ew dikarin gelek çalaktir û berhemdartir bin û karîna mirovî û darayî bikar bînin.

Amanca me Kurdistanêke bihêztir û geşetir e. Kurdistaneke ku pêwendiyên wê yên hevsengiya aştiyane ligel welatên cîran hebe û cihê baweriya civaka navdewletî be.

Xwaziyar im bi piştevaniya xwedayê mezin û we, em bikarin wan armancan bidest bînin.

Di çend salên derbasbûyê de, xelkê me rastî rewşeke gelek dijwar bûn û gelek azayen jî rûpela wan rojên giran girt, ji ber wê em di demekê de rêz û pêzanîna me ya taybet ji bo wan qurbanîdan û aramgirtinan de heye, bi baweriya ew hêjayî jiyan û guzariyên baştir in. Ew hêjayî hikûmeteke çalak û çalak in, ku bikare xizmeteke hêja pêşkêş bike. Em her hewlekê digirin ber, bo xizmetkirina we.

Welatiyên birêz, partiyên siyasî yên birêz ên Herêma Kurdistanê..

Cihê dilxweşiyê ye ku derfeteke li pêş me heye, ku hevahengiyeke baş di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Hikûmeta, Serokatiya Parlemanto û desthilata dadweriyê û desteyên serbixwe de heye. Ev jî bandora wê ya erênî li ser pêşveçûna proseya yasayî û îdarî li nava Herêma Kurdistanê heye.

Hikûmeta Herêmê ya hemû welatiyan e, ne tenê ya kesekî yan partiyan e, ji ber wê çaverê ne hemû aliyên siyasî yên Herêmê di bihêzkirina vê hikûmetê de piştevaniya me bikin.

Rewşa navçeyê wiha dixwaze, ku em hemû teba û yekgirtî bin, çend cudahî û nerînên cuda hebin, pêwîst e di asta berjewendiyên niştimanî de yekrêz bin.

Li şûna xistina astengiyan li pêş hev û dilrewakî û nîgeranî dirust bikin ji welatiyan re, bila wiza û karîna me û dema me ji bo pêşxistina niştimanî û xizmeta welatiyan terxan bikin.

Li dawiya vê gotarê de, radigihînim ku raporteke hûr a kar û destkeftên giştî yên wezaret û fermangehên hikûmetê hatiye amadekirin, ku ji riya medyayê re dixin ber welatiyan me yên xweşewîst.

Spas ji bo xweragiriya we.. Spas ji bo hevkariya we

Her şad û serfiraz bin

Kurdisatan jî avedantir û bihêztir be.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler