Avrupa Yetim Eli li Kenyayê dest bi xebatên alîkarîyê kir

Avrupa Yetim Eli li Kenyayê dest bi xebatên alîkarîyê kir

Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî Avrupa Yetim Eliya ku bi xebatên alîkarîyê yên ku li çar alîyên cîhanê dike tê naskirin li Kenyaya welatê Afrîkayê dest bi xebatên alîkarîyê kir.

Komale li Garîssaya bajara Kenyayê ji malbatên feqîr û jar re alîkarîya xurekê kir.

Derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li Garîssayê tên kirin de ji teref Cahît Ataşê Temsîlkarê Kolnê yê Avrupa Yetim Eli ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ataş di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir bi rastî gelê Garîssayê gelekî feqîr û jar e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê me li vê derê xebata alîkarîyê da destpêkirin. Em ji temamê kesên xêrxwaz ên ku keda wan di vê xebata alîkarîyê de heye re teşekkur dikin.Nexasim em ji wan xêrxwazên xwe yên ku di meha kanûnê de beşdarî bernameya me ya li Almanyayê bûn û alîkarî kirin re teşekur dikin. Lewra keda wan di nava van projeyan de heye.”

 “Pêlav, cil û bergên însanan tune ye”

Ataş di berdedewama daxuyanîya xwe de diyar kir Efrîkayî di nav şert û mercên nebaş de hewl didin bijîn ku ew ji ber vê yekê xemgîn in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Halê însanên vê derê bi rastî jî em dilzîz kirin. Ne pêlav ne jî cil û bergeke saxlam li ser însanan heye. Hinek însan hene ji bo paketeke xurekê bigirin bi seatan radiwestin.Li vê herêmê bi rastî jî rewşa însanan nebaş e. Em ê di bergeha projeyên xwe de serê malê 2 bizinan belav bikin. Bi izna Xwedê ew ê ji temamê malan re ev bizin bên belavkirin. Projeyên me yên mîna nezir û eqîqa hene. Em ê di warê cil û bergan de jî alîkarîyê bikin. Bi izna Xwedê em ê bênavber xebat û projeyên xwe yên alîkarîyê bidomînin. Bi izna Xwedê em sibe pê ve dest bi xebatên xwe yên alîkarîyê bikin

 “Em ji temamê xerxwazan re teşekur dikin”

Ataş di dawîya axavtina xwe de diyar mala wan xêrxwazan ava be û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ev bû heftîyek ku em li Kenyayê ne. Em bang li xêrxwazan dikin; Hey em li Kenyayê ne hûn dikarin alîkarîyên xwe ji hisabê me re bişînin. Em ji temamê xêrxwazên li Ewrûpa û Tirkîyê ne re teşekkur kirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.