Avrupa Yetim Eli zarokên êtîm dilxweş kir

Avrupa Yetim Eli zarokên êtîm dilxweş kir

Sazîya Alîkarîyê ya NavneteweyîAvrup Yetim Eli li navçeya Midyada Mêrdînê ji 53 zarokên êtîm re alîkarîya cil û bergan kir.

Avrupa Yetim Eliya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye û navenda wê li Almanyayê ye xebatên xwe yên alîkarîyê li Kurdistana Bakur didomîne. Sazîya alîkarîyê vêcarê jî li Midyada Mêrdînê ji zarokên êtîm re alîkarî kir.

Mehmet Elî Aysuyê Temsîlkarê Dildar ê Avrupa Yetim Eli derbarê alîkarîya ku bi navbeynkarîya Midyad Azîz-Derê hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

“Ji bo zarok neqûfilin me tevdîrên pêwîst stand”

Aysu di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir; ew bi saxîya Avrupa Yetim Eli ji zarokên êtîm re alîkarî kirine û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Avrup Yetim Eli ji bo zarokên êtîm di zivistanê de neqûfilin cil û berg şandin û me jî van cil û bergan ji zarokên êtîm re belav kir.Em ji wan re teşekkur dikin. Xweda xêra wan qebûl bike.”

“Em ji bo êtîman seferber dibin û hewl didin sunneta Pêxemberê xwe îhya bikin”

Aysu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, kirina alîkarîyê ji bo zarokan sunneta Pêxemberê me ye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Pêxemberê me dema ku didît zarokek cil li ser tune ye hema di cî de ji destê wî zarokî digirt û dibir mala xwe û ji dayika me Aîşe re digot cil û bergan li vî zarokî bike. Em jî hewl didin vê sunnetê bidin domandin. Ji ber vê yekê em seferber bûne ku bi navbeynkarîya Avrupa Yetim Eli ji zarokên êtîm re bibin alîkar.Rebbê min ji xêrxwazan razî be û li dinya û axretê xweşî û bextewarîyê bike nesîbê wan.”

“Bila dilê we rihet be, alîkarîyên wê û xêrên ku hûn dikin tam digihijin cihê wê”

Aysu di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir, ew li Midyadê li rasta gelek kesên mexdûr hatine û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em li vê derê li rasta hinek kesan hatin ku li ser wan montek tune bû û bi terlikê digerîyan. Bila dilê we rihet be, alîkarîyên wê û xêrên ku hûn dikin tam digihijin cihê wê. Xweda cardin ji kesên xêrxwaz razî be.”


Avrupa Yetim Eli zarokên êtîm dilxweş kir

Avrupa Yetim Eli zarokên êtîm dilxweş kir

Avrupa Yetim Eli zarokên êtîm dilxweş kir

Avrupa Yetim Eli zarokên êtîm dilxweş kir

Avrupa Yetim Eli zarokên êtîm dilxweş kir

Avrupa Yetim Eli zarokên êtîm dilxweş kir

Avrupa Yetim Eli zarokên êtîm dilxweş kir

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.