Barzanî: “Enfal di dîroka rejîma berê ya Iraqê de yek ji wan rûpelên herî tarî ye”

Barzanî: “Enfal di dîroka rejîma berê ya Iraqê de yek ji wan rûpelên herî tarî ye”

Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê ji ber salvegera komkujîya ku berî vê 33 salan hat kirin peyamek belav kir.

Barzanî di peyama xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, harekata qirkirinê îfadeya zilma ku li gelê Kurdistanê hatiye kirin e  û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Hikûmeta Iraqê mesûl e ku ji bo vê sûcê wehşî  tazmînatê bide nasên qurbanîyan ku ev yek pêwîstîyeke yasayî û exlasqî ye.”

Di sala 1988an de ji teref rejîma Baasê ve di encama  komkujîya bi navê Enfalê ya ku li Kurdistanê hat kirin de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin û bi hezarana gund û bajarok hatin wêrankirin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.