Bernameya Heyat Bi Nimêjê Xweş e dest pê dike

Bernameya Heyat Bi Nimêjê Xweş e dest pê dike

​Platforma Nesla Qur’anê bernameya îsal a “Heyat Bi Nimêjê Xweş e” ji ber şoba Coronavîrusê dê bi navbeynkarîya Rehber TVyê tertîp bike.

Her sal di meha Tebaxê ya ku wek meha nimêjê hatiye îlankirin de ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve  bernameya bi navê “Heyat Bi Nimêjê Xweş e” tê lidarxistin û ev bername 15 rojan berdewam dike.

Bernameya ku her sal li qadê bi beşdarbûna bi hezaran zarokan dihat lidarxistin, îsal ji ber şoba Coronavîrusê dê li qadê neyê tertîpkirin û ew ê bername li ser Rehber TVyê bê tertîpkirin.

Koordînatorê Giştî yê Platforma Nesla Qur’anê Mehmet Emîn Sutçu derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Sutçi di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê bernameya wan bi navbeynkarîya Rehber TVyê bê tertîpkirin ku ew ê ji bo lawikan di seat 10.00an de û ji bo qîzikan jî di seat 14.00an de weşan bê kirin.

“Zarokên ku îro ji bi nimêjê radibin qiyamê sibe dê doza Îslamê bigirin li ser milên xwe”

Sutçu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir dema ku qala meha Tebaxê tê kirin nimêj tê bîra mirovan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Dîsa em gihşatin meha tebaxê.Çawa ku dema ku qala meha Remezanê tê kirin Qur’ana Kerîm tê bîra mirovan, bi heman awayî dema ku qala meha tebaxê tê kirin jî nimêj tê bîra mirovan. Malûm î we ye Coronavîrus belavî temamê dinyayê bûye û rageşî û gengeşîyên leşkerî û siyasî li ser rûyê erdê hakim e ku em di vî halî de bi salan e ku ji bo zarokên 7-10 salî bernameya nimêjê tertîp dikin û dibêjin Heyat Bi Nimêjê Xweş e. Ger hûn sedema vê yekê ji me bipirsin em dikarin pirsa we wisa bibersivînin: Dema ku Pêxemberê me jê re ayeta ‘nasên xwe yên herî nêz îqaz bike’ nazil bû, Pêxemberê me nasên xwe gazî heqê kir û got ku ‘ew ê kî ji we destekê bide me?’ Wê demê Hz. Alîyê ku 10 salî bû rabû li ser pîyan. Em vê yekê di bîran dixin û dibêjin: Zarokên ku îro ji bi nimêjê radibin qiyamê sibe dê doza Îslamê bigirin li ser milên xwe.”

“Ji nimêjê bi qedr û qiymet çi heye?

Sutçu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir armanca wan a ewil qezenckirina cenneta ebedî ye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Gelo ji îmanê û ji nimêja ku tezahura îmanê ye bi qedr û qiymettir çi heye?Di dema Herba Cîhanê ya Duyemîn de ji Bedîuzzeman dipirsin ‘Herba Cîhanê ya Duyemîn pêk tê lê belê tu serê xwe qet pê naêşînî û pê eleqedar nabî. Gelo hewadîseke ji vê yekê mezintir heye ku tu pê eleqedar dibî?’ Ustad dibêje ‘wextê emrê meriv hindik e, karên lazim pir zêde ne. Karê me ya ewil wezîfeyên mezin ên ku di xelekên biçûk de ne.Her wisa li ber me hemûyan cennet û cehennema ebedî heye ku em nikarin di vî halî de bi kar û meseleyên din meşxûl bibin.”

“Em bang li temamê zarokên xwe dikin da ku bernameya me ya li ser Rehber TVyê bişopînin”

Sutçu di dawîya daxuyanîya xwe de di bîran xist ku doza wan hemûyan qezenckirina doza mezin e dû dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em li ser navê Platforma Nesla Qur’anê bang li temamê zarokên xwe dikin da ku piştî 17ê Tebaxê heta 2 hefîtyan li ber ekranên Rehber TVyê cihê xwe bigirin bernameya me ya nimêjê taqîb bikin. Heta 2 heftîyan her roj di seat 10.00an de ji bo lawikan û di seat 14.00an de jî ji bo qîzikan bername bê tertîpkirin.Em ji dê û bavan daxwaz dikin ku di vî warî de hesas bin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler