Çavuşoglu: Êdî divê li Îdlîbê agirbesteke mayînde bê îlankirin

Çavuşoglu: Êdî divê li Îdlîbê agirbesteke mayînde bê îlankirin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu derbarêhevdîtina ku ew bi Lavrov re kir de destnîşan kir “Me ji wan re got ku, divê êrîşkarîya li Îdlîbê bê sekinandin û agirbesteke mayînde bê tesîskirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê  li Munîha Almanyayê beşdarî  Konferansa Ewlehîyê ya Munîh a 56emîn bû û li wê derê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir.

Çavuşoglu derheqê hevdîtina ku di navbera wan de hat kirin de nirxandinan kir û destnîşan kir “Me ji wan re got ku, divê êrîşkarîya li Îdlîbê bê sekinandin û agirbesteke mayînde bê tesîskirin.”

Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Konferansa Ewlehîyê ya Munîh a 56emîn biya min gelekî watedar e. Rewşa li Îdlîbê hemû kesî bi fikar dike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler