Dayika ku lawê wê hat revandin li serê çiyê çalakîya rûniştinê da destpêkirin

Dayika ku lawê wê hat revandin li serê çiyê çalakîya rûniştinê da destpêkirin

Dayika ku tê diyarkirin lawê wê ji teref HDPyîyan ve hatiye revandin li serê çiyê li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê da destpêkirin.

Hacîre Akara 70 salî ya ku li Diyarbekirê dijî, ji bo lawê xwe yê bi navê Mehmet Akarê 21 salî yê ku tê diyarkirin ji teref HDPyîyan ve hatiye revandin li serê çiyê li ser ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê da destpêkirin. Dayika dil bi kûl a ku ev bû 2 roj ji lawê xwe xeberê nikare bistîne çû navenda polêsan û ji bo lawê xwe serîlêdana windabûnê kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin, Hacîre Akara 70 salî ya ku li Sûra Diyarbekirê dijî, ji bo lawê xwe yê bi navê Mehmet Akarê 21 salî yê ku tê diyarkirin ji teref HDPyîyan ve hatiye revandin li serê çiyê li ser ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê da destpêkirin. Dayika dil bi kûl a ku ev bû 2 roj ji lawê xwe xeberê nikare bistîne çû Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê û bi wan re pev çû. Dayika dil bi kûl a ku lawê wê hatiye revandin camên şibakeyên partîyê şikand û dû re digel nasên xwe çalakîya rûniştinê da destpêkirin. Hat hînbûn dayik dibêje heta ku lawê neyê teslîmkirin ew ê terka çalakîyê neke.

Dayika ku lawê hatiye revandin destnîşan kir di sala 1994an de jî lawekî wê din jî hatiye revandin û di sala 2017an de li çiyê hatiye kuştin.

Akara ku dibêje lawê ji teref HDPyîyan ve hatiye revandin derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez ji bo kezeba xwe li vê derê me. HDP lawê min revand.  Lawê min têket avahîya HDPê û cardin ji wê derê derneket. Ez lawê xwe dixwazim.Jim kû tînin bila bînin. Ez ji vê derê naçim tû derî.”

 “Berî niha 2 lawên min revandin ev ê sêyemîn e”

Dayika dilbikûl di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew amadehîya daweta lawê xwe dikir û ew ê piştî 20 rojan daweta wî bikira. Dayik dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min dergistî ye, em ê piştî 3 rojan nîşana wî kiribana û piştî 20 rojan jî daweta wî bû. Min zêrên wî stand, mala wî raxist, salona dawetê ji bo wî bi kirê kir. Lawê min hatiye vê derê hep avêtina nava avê û danê. Piştî ku bêhiş bûye re wî ji wê derê birine.  Zavayê desthinekirî birine. Ka edaleta HDPê li kû derê ye. Ka mafên mirovan li kû ye? Gelo zavayê 20 rojî tê revandin? Berî niha ev kes 2 lawên min revandin ev ê sêyemîn e. Her sal yekî dibin. Dema ku zarok tên 16-17 salî wan direvînin.”

“Heta ku lawê min bê ez ê li vê derê bim”

Akar di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji partîyê li lawê wê gerîyane û ji wê demê pê ve ew jê xeber negirtine. Akar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Salih û Ferhadê min revandin, ev lawê min î ku dê bibe zava jî revandin. Tu kes nayê bi me re xeber nade, hewl didin derîyan bigirin. Heta ku lawê min bê ez ê li vê derê bim.  Her roj bi telefonê li lawê min digerîyan. Herî dawî me telefonê jê stand, kesê ku lê gerîya jê re got ku ‘ez li serokatîya bajêr im, were vê derê.’ Dû re lawê min hat vê derê û me jê nema xeber stand. Heta ku lawê min were ez ê li vê derê bim. Kesên ji partîyê tên heqaretan li me dikin û dibêjin ‘lawê te di nav dizan de ye.’ Lê belê ya rastî ev e: gazî lawê min kirin û dû re ew revandin.”

Jinapê lawikê ku ji teref HDPyîyan ve hat revandin jî derbarê mijarê de destnîşan kir ew lawê xwe ji HDPê dixwazin.

Dayikên ku law û qîzên wan ji teref PKKê ve hatibûn revandin berî niha jî çalakîya rûniştinê dabûn destpêkirin

Di sala 2014an de dîya Sînan Boçkunîyê ku ji teref PKKê ve hatibû revandin ji bo lawê xwe çalakîya rûniştinê dabû destpêkirin. Piştî vê çalakîyê dayikên ku lawên wan ji teref PKKê ve hatibûn revandin li ber Şaredarîya Bajêra Mezin a Diayrbekirê û li Qada Şêx Seîd çalakîya rûniştinê dabûn destpêkirin. Bi qerara şaredarîya HDPyî êrîş û heqaret li dayikan hatibû kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.