Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 34 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 34 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 34 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 4 hezar û 431 kesan.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi hezarek û 35  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 159 hezar û 797 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Serkeftina me ya kêmkirina rîskê di holê de ye. Divê serfirazîya 83 milyonî berdewam bike. Şêwaza me ya nû ya jiyanê: Jiyana Civakî ya Bi Kontrol, pêkve tevdîr."

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler