Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 23 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 23 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 23 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 1192 kes jî bi Coronavîrusê ketin.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1192 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 187 hezar û 685 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Li hinek bajarên me digel ku hejmara pêketîyan zêde bibe jî hejmara kesên ku di lênerîna awarte de ne kêm dibe. Îro hejmara kesên ku baş bûne ji yên ku pê ketine zêdetir e. Divê em li gorî tevdîran hereket bikin."

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler