Di heman qezayê de bav û 3 zarokên xwe canê xwe ji dest dan

Di heman qezayê de bav û 3 zarokên xwe canê xwe ji dest dan

Li Kirşehîrê di encama qezaya ku pêk hat de bav û 3 zarokên xwe canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Kirşehîrê otomobîl û otobuseke rêwîyan li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes canê xwe ji dest dan.

Qeza li ser rêya Erevîka girêdayê bajaroka Ozbagê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 38 H 2600 a ku ajokarê wê Mustafa K. bû û wesayîta bi plaqeya 40 AK 547 a ku ajokarê wê S.Ç. bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de S.Ç. û 3 zarokên wî yên bi navê Y.Ç. (20) S.Ç. (17) û M.N.Ç. (14) canê xwe ji dest dan.

Kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan hatin rakirin mirîxanê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.