Di xwepêşanên li Belarusê de zêdetirî 6 hezar kes hatin binçavkirin

Di xwepêşanên li Belarusê de zêdetirî 6 hezar kes hatin binçavkirin

Li gelek bajarên Belarusê bi deh hezaran xwepêşandêr bi îddîaya ku di hilbijartinan de hîle hatine kirin ev bû 4 roj ku li kolanan in û xwepêşan li dar dixin.

Li gelek bajarên Belarusê nexasim jî li bajarên bi navê Minsk, Brest, Mogilev û Novopolotskê di xwepêşanên ku tên lidarxistin de zêdetirî 6 hezar kesî hatin binçavkirin û 2 kes jî canê xwe ji dest dan.

Di encama hilbijartinên ku li Belarusê hatin lidarxistin de li gorî encamên ne fermî Aleksandr Lukaşenkoyê Serokomarê mewcûd ji sedî 80 deng stand û dîsa bû serokomar. Lê belê hilbijêr destnîşan dikin di hilbijartinan de hîle hatine kirin. Ji ber îddîayên kirina hîleyê ev bû 4 roj bi deh hezaran xwepêşandêr li kolanan in û xwepêşanê tertîp dikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.