Encûmena Wezîran rewşa kerta çandiniyê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran rewşa kerta çandiniyê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, û bi beşdariya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, bi rêya vîdyo konfiransê civiya.

Di destpêka civînê de, cêgirê serok wezîran raportek pêşkeş kir derbarê pirogramê bayomêtrî ku têde bi zanyarî hûrgelî ve behsa qonaxên wê sîstemê, armanc û encamên sîstema bayomêtrî kir, ku pirojeyeka giştgîre û berfirehtire ji wê yekê ku tenê databêsek be bo tomarkirina bayomêtrîyê mûçexoran.

Herwiha Encûmena Wezîran piştî gotûbêj û nerîn veguhartinê, destpêkirina qonaxa dûyem a sîstema bayomêtrî pesend kir, bi arasteya bercestekirina hikumeta elelktronî bi mifa wergiritnê ji teknelocîya ya zanîyarî di rêveberina dezgehên hikumetê de û berfirehkirina wê pirogramê da ku bwarên din jî vegire û bibe alîkarekê sereke bo cîbicîkirina bernameya çaksazîyê û bi elektronîkirina dezgehên hikumetê û danan şêwazeka nû ya çalak bo hikumetê û hukmranîya durist.

Herwiha Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêger Talebanî, çend mijarên peywendîdar bi kerta çandinê pêşkeş kir, ji wan jî rêkxistina girêbestên çandinê ku bi awayekê bihên rêkxistin di xizmeta geşepêdana çandinê û rêgirtinê be ji terxankirin û bikarhînana zevîyên çandinê bo mebestên neçandinî. Di tewereka dî de, pilana wezareta xwe pêşkeş kir bo pêşxistan nemagehên ser bi wezareta çandinê bi rêya pirojeyên hevpişkên çandinê li gel kerta taybet, wek çavkanîyeka nû ya dahatê û pêşxistina wan nemamgehan. Encûmena Wezîran piştî gotûbêj û nerîn veguhartinan biryar hate dan bi pesindkirina rasparteyên wezareta çandinû çavkanîyê avê di wan waran de.

Di tewereka dî de, Encûmena Wezîran, wezaretên (çandinê û çavkanîyên avê, şarewanî û geştûguzar û dad) raspartin bo lezkirinê di rayîkirin qerebûya wan cotyarên ku xwedî girêbestên çandinî ne û mafên yasayî yên qerebûkirina wan ji alîyê wezareta çandinê ve hatîye piştrastkirin li gor yasayên kar pêkir

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.