Eşîra Diyarbekirî ji bo piştgirîyê çûn serdana dayikên ku çalakîyê li dar dixin

Eşîra Diyarbekirî ji bo piştgirîyê çûn serdana dayikên ku çalakîyê li dar dixin

Ji bo wan malbatên ku li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîyê li dar dixin destek berdewam dikin. Doh temsîlkarên eşîrên li Diyarbekirê jî ji bo destekê çûn serdana dayikan.

Hat ragihandin ji bo wan malbatên ku li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê ev 14 roj çalakîyê li dar dixin destek berdewam dikin. Doh temsîlkarên eşîrên li Diyarbekirê jî ji bo destekê çûn serdana dayikan.

Temsîlkarên Eşîra Şahînan ên ku ji gundên Karacadaxa girêdayê Çinarê hatin serdana dayikan bi êş û elama dayik û bavan derdnak bûn.

Tesmîlkarê Eşîra Şahînan Mehmet Saîd Gulçer di daxuyanîya ku da rojnamegeran de destnîşan kir ew li ser navê Eşîra Şahînan li vê derê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em bi temamê hebûna xwe li ba dayikan in.  Bi salan xortên Kurdan ên li vê herêmê xapandin û revandin çiyê.  Bi izna Xwedê ew ê bi qerardarîya van dayikan dê zarokên wan li wan vegerin. Tu carî feydayê terorê ji vê herêmê re çênebû, her tim zirara wê giha vê herêmê.  PKKê, dijmintîya herî mezin ji helkê herêmê re kiriye û rêxistineke wisa ye ku zirara herî mezin dayê xelkê herêmê.  Me bi nifûsa xwe ya 50 hezarî tu carî destek neda terorê û xortên xwe ber wan de berneda.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.