Ew tiştên ku bi Peymana Sedsalê tên plankirin ji bo xelkê Filistînê xetereyeke mezin e

Ew tiştên ku bi Peymana Sedsalê tên plankirin ji bo xelkê Filistînê xetereyeke mezin e

Endamê Meclîsa Neteweyî yê Filistînê Parlementer Abdurrahman Zeyd destnîşan kir ew tiştên ku bi Peymana Sedsalê tên xwestinbên kirin ji bo gelê Filistînê û dahatûya wê xetereyên gelekî mezin in.

Zeydanê ku derbarê mijarê de axivî destnîşan kir ji ber Filistîn bûye du perçe û ji ber  qeybên di alema Îslam û Ereban de  birêveberîya Amerîkayê di lehê siyonîstan de gavan davêje û Amerîka van qeyban îstîsmar dike.

Zeydan di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji ber ku mehkemekirina Trump û Netanyahu nêz dibe her du jî ji bo ji vê yekê birevin armancên siyonîstan ên li ser axên Filistînîyan hewl didin weke ku tiştekî ferz e bidin qebûlkirin.

Zeydanê ku balan kişand li ser çareserîya problema heyî diyar kir, divê ji bo Filistînê gav bên avêtin û alema Îslamê û Ereban li ba Filistînîyan bin û terka wê xeyala lihevkirina bi siyonîstan bikin ku ji bo Filistîn û Quds bê azadkirin divê civakên Îslam û Ereban bên seferberkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.