Hêj roket û hawan tên avêtin Serê Kanîya Rihayê
Roket û hawanên ku ji alîyê Serê Kanîya Sûrîyê ve tên avêtin îsabetî Serê Kanîya Rihayê kirin.
Ev bû 6 roj ku “Harekata Kahnîya Aştîyê” berdewam dike. Ji roja ku harekat dest pê kir vir ve tevde 25 berikên roket û hawanên ku ji alîyê Serê Kanîyê ya Sûrîyê hatin avêtin îsabetî navenda Serê Kanîya Rihayê kirin.
Li gorî agahîyên ku hatin wergirtin hêj hawan û roket îsabetî Serê Kanîyê dikin. Tê diyarkirin îro derdora seat 13.00an de berika hawanê ya ku ji teref PKK-YPG-PYDyîyan ve hat avêtin îsabetî Serê Kanîya Rihayê kirin.
Hêj nehat hînbûn ka ji ber berika hawanê ti kes mirîye yan birîndar bûye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.